Ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê endamtiya AKP’ê pêşniyarî wan kirin 2020-10-13 13:35:03 ŞIRNEX – AKP’iyên ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê ya 3 sal in li malên li gundê Dîrsekliyê didome çûn gund, vê pêşniyarê li gundiyan kirin: “100 endaman bidin me, em pirsgirêka we ya ceyranê çareser bikin.”   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, pirsgirêka ceyranê ya malên li gundê Dîrsekliyê 3 sal in nayê çareserkirin.  Welatiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelek caran bi daxwaznameyan serî li Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê dane, lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Welatiyan herî dawî ji bo çareseriyê serî li Serokatiya AKP’ê ya Bajar dan û serokatiya AKP’ê ev bersiv da welatiyan: “Hûn biçin em ê bên çayeke we vexwin.”   Ji AKP’ê heyeteke ku Serokê AKP’ê yê Şirnexê Îbrahîm Halîl Erkan, Serokê AKP’ê yê Cizîrê Akîf Ozalp, Seroka Milên Jinan a AKP’ê ya Şirnexê Hatîce Atan jî di nav de, bi artêşa parastvanan re çûn gundê Dîrsekliyê û li hewşa mala keyayê gund Halîl Acar civînek pêk anîn. Hat hînbûn ku AKP’iyan di civînê de ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê ev peşniyar li welatiyan kirine: “100 endamî bidin me em çareser bikin.”   Yek ji welatiyên ku tevlî civînê bûbû, bi vê gotinê, ‘Heke me dengê xwe bidana we, me gundê xwe vala nedikir’ bertek nîşanî AKP’iyan dide. Li ser bertekan AKP’î pêşniyara xwe ya endamtiya AKP’ê dadixînin 5 kesan û piştre terka gund dikin.