Li Îzmîrê, parêzer wê tevlî danişînan nebin 2020-10-13 14:01:21   ÎZMÎR- Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel, bertek nîşanî taloqkirina kongreya giştî da û got: “Bi vê biryarê lekeyek reş li dîroka demokrasiya welat xistin. Emê weke endamê baroyê em di 15’ê Cotmehê de beşdarî danişînin nebin.”    Baroya Îzmîrê, derbarê taloqkirina kongreya giştî de, li ber avahiya edliyê çalakiya rûniştinê li dar xist û ev biryar şermezar kir. Serokê Baroyê Ozkan Yucel û gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de “pankarta “Parastin nayê bêdeng kirin” hat vekirin.    DARBE   Serokê Baroyê Ozkan Yucel di çalakiyê de axivî û wiha bertek nîşan da: “Bi vê biryarê lekeyek reş li dîroka demokrasiya welat xistin. Îro yên ku li dijî vê biryarê dernakevin, wê sibe taloqkirina hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê jî qebûl bikin. Revandina sindoqan darbeya li dijî mafê hilbijêrane. Bila kes henekê xwe bi aqlê me neke. Em hemû jî baş dizanîn, ev kirînên îro tu eleqeya xwe bi şewbê re tuneye. Yên ku Ayasofya vekirin û li Giresûnê mîtîng li dar xistin, qet behsa şert û mercên pandemiyê nekirin. Ligel hemû tiştî jî emê biçin salona kongreya  giştî û emê mafê xwe hilbijartinê bi kar bînin. Yên ku astengkirina hilbijartin qebûl kirin û binê vê biryarê îmze kirin sûc dikin. Me tu carî xwe bêdeng nekir û em ê ji vir û şûnde jî bêndeng nebin. Emê bîat nekin. Emê dest jê bernedin. Di vê çarçoveyê de emê roja Pênçşemê 15’ê Cotmehê weke parêzerên baroyê beşdarî danişînin nebin.”