Li Meletiyê kesek din hat girtin 2020-10-13 14:37:58   MELETÎ - Li Meletiyê, Alî Dogan ê di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de hatibûn binçavkirin, hat girtin.   3 kesên di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de, li Meletiyê di 10’ê Cotmehê de hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna wan a li ewlekariyê sewqî edliyê hatin kirin. Dozger ku îfadeya Alî Dogan girt, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi heman hincetê derbarê Dogan de biryara girtinê da û wî şand Girtîgeha Tîpa E ya Meletiyê.    Dozgerê ku îfadeya Cûmalî Karadag û Hasan Huseyîn Yildirim girt jî, bi şertê kontrola edlî serbest berdan.    Alî Pîro, Hasan Basrî Çiplak, Saît Pektaş û Alî Yilmaz ên di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin û duh sewqî dadgehê hatibûn kirin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin.    4 KES HÎNA JÎ DIBIN ÇAVAN DE NE   Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Argan Mahîr Aslan, Abuzer Adiyaman, Bîrgul Dogan û Basrî Aslan hîna jî dibin çavan de tên girtin.