Cenazeyê Ferhat Y. di avahiyek kavil de hat dîtin 2020-10-13 15:04:58   AMED - Li Farqînê, cenazeyê zilamekê di avahiyek kavil de, hat dîtin.   Li Taxa Bahçelîevler a girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê, duh di saetên şevê de, ciwanê bi navê Ferhat Y ê 18 salî, di avahiyeke kavil de, daliqandî hat dîtin. Ekîbên tenduristiyê li ser agahî dayîna welatiyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ekîbên tenduristiyê diyar kirin ku Ferhat Y. Jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî ji bo otopsiye şandin Amedê. Dûre derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.    MIRINÊN BI GUMAN DERKET 4’AN   Li Farqînê, di mehekê de, bi mirina Ferhat Y. re, hejmara kesên bi awayekê guman mirî hatin dîtin derket 4’an. Li navçeyê tê îdîakirin ku, sedama van mirinên bi guman întîhare, yanî van kesan întîhar kiriye.