Welatiyê ku li Sûsûrlûkê hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin 2020-10-13 15:19:48   MÊRDÎN – Cenazeyê Şêxmûs Vûrgûn ê li Sûsûrlûkê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin. Xizmên wî xwestin kiryarên bûyerê bila bên derxistin.    Li navçeya Sûsûrlûkê ya Balikesîrê di 28’ê îlonê de kesên nasnameya wan nediyar êrişî Şêxmûs Vûrgûn kirin û ew 14 rojan li nexweşxaneyê hat tedawîkirin. Lê tevî hemû mudaxileyan jî nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da. Malbata Vûrgûn cenaze anî gundê Tizyan a girêdayî navçeya Artûklûya Mêrdînê û veşartin. Di merasîma cenaze de girî û xemgînî hebû. Ji ber vîrûsa koronayê sersaxî nehat danîn.    Xizmê Vûrgûn, Hasan Guven diyar kir ku têkildarî bûyerê heta niha 3 kes hatine binçavkirin û kesek jî hatiye berdan û hêj karûbarên ên din didome. Guven da zanîn ku rojek berê komiserek ji emniyetê li wan geriyaye û tevî ku gotiye dê dîsa li wan bigere hêj negeriyaye û xwest kiryar û gumanbarên bûyerê derbixin holê.