ÎHD’ê xwest ji bo bûyera penaberan lêpirsîna çalak were destpêkirin 2020-10-14 15:03:30   MÊRDÎN - Şaxa ÎHD’ê ya Mêrdînê xwest ji bo 4 penaberên li sînor berê wan dan nav mayinan û jiyana xwe ji dest dan lêpirsînek çalak were destpêkirin.    Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Mêrdînê derbarê tê gotin 4 penaberên ji bajarê Hesekê li navçeya Qosera Mêrdînê leşkeran berê wan daye cihê bi mayîn û jiyana xwe ji dest dane daxuyanî da. ÎHD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê mayinên li ser sînor li gorî Peymana Ottawa werin rakirin lê ji ber nehatine rakirin li ser sînor dibin sedema mirina penaberan.    ÎHD’ê xwest derbarê bûyerê de lêpirsînek çalak were destpêkirin û birêvebirin û lêpirsîn ji raya giştî re were parvekirin. ÎHD’ê bang li Walîtiya Mêrdînê kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîna îdarî bide destpêkirin.    Her wiha ÎHD’ê bang li rayedaran kir ku cenazeyan radestî malbatan bikin.