Ji Walîtiya Stenbolê lêpirsîna ‘Bêrû’yê 2020-10-14 16:13:33   STENBOL – Walîtiya Stenbolê, ragihand ku derbarê lîstika şanoya yâ kurdî ‘Bêrû’ ku duh hatibû qedexekirin de lêpirsîn hatiye destpekirin.    Walîtiya Stenbolê, ragihand ku derbarê lîstika şanoya kurdî ‘Bêrû’ ku duh ji aliyê Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve hatibû qedexekirin de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Walîtiya, di daxuyaniya xwe de angaşta propgandaya PKK’ê parast û diyar kir ku bi vê hincetê derbarê lîstikê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.