Derket holê ku hemşîreya hatiye revandin hatiye qetilkirin 2020-10-14 16:50:41   AYDIN – Derket holê ku hemşîreya 4 roj berê li navçeya Dîdîmê ya Aydinê winda bûbû, ji aliyê zilamê bi navê Sûat Aksoy ve hatiye qetilkirin.    Hemşîre Hatîce Tûsû (50) ku li taxa Efeler a navçeya Dîdîmê ya Aydinê dijiya, ji 10’ê cotmehê ve agahî jê nedihat girtin. Derket holê ku hemşîre Tûsû ji aliyê zilamê bi navê Sûat Aksoy ve hatiye qetilkirin. Kujer Aksoy ji aliyê polisan ve hat binçavkirin û li xwe mikûr hat ku cînayetê pêk aniye û cenazeyê Tûsû li perava taxa Hîsarê bin ax kiriye.    Piştî vê lixwemikurhatina Aksoy, li herêmê ji bo dîtina cenazeyê Tûsû xebat hat destpêkirin û di demeke kurt de cenazeyê Tûsû li cihê ku kujer Aksoy destnîşan kiribû hat dîtin. Cenazeyê Tûsû ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîdîmê.