Ên xwezayê diparêzin tên cezakirin 2020-10-15 09:11:06 DERSIM – Di çalakiya xeleka mirovan de ya ji bo Avzêmên Mûnzûrê, der barê 81 kesî de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hevşaredarê Akpazarê Orhan Çelebî ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Dewlet, li kesên xwezayê diparêzin an cezayê pereyî dibire an jî wan digire û dixwaze bitepisîne."  Desteya Parastia Mûnzûrê li dijî texrîbkirina Avzêmên Mûnzûrê çalakiya xeleka mirovan li dar xistibû. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Pulurê de der barê kesên tevlî çalakiyê bûbûn de lêpirsîn da dabû detpêkirin. Bertekên li dijî vê yekê didomin.    Di çaçroveya lêpirsînê de dozgeriyê rojnamevan, şaredar, rêxistin demokratîk, ekolojîst, saziyên dînî û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl jî di nav de ji bo îfadeyê gazî 81 kesan kiriye.    Bi hinceta ku qedexeya "civîn û meşê" hatiye binpêkirin lêpirsîn hatiye destpêkirin.    Hevşaredarê Akpazarê Orhan Çelebî ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin bertek nîşan da û got, çalakiya xwe li gor pîvanên di çarçoveya tevdîrên şewba Covîd-19'ê de kirine.    Çelebî, anî ziman ku Avzêmên Mûnzûrê cihê baweriya gelê bajêr e û got, li Avzêmên Mûnzûrê projeya talankirin û rantê didome. Çelebî, destnîşan ir ku ji bo projeya navbirî bê betalkirin tevî sazî, komele û gel ketine nava hewldanan.    Çelebî, anî ziman ku nexwestine û rabûna li ber projeyê peywireke mirovahiyê ye û got, di daxuyaniya ewil a der barê projeyê de li 150 kesî 3 hezar û 150 lîre cezayê pereyî hatiye birîn.    Çelebî, bilêv kir ku li Avzêmên Mûnzûrê xeleka mirovan çêkirine û got: "Fermandarê cendirmeyan ê bajêr ku nû hatiye bajêr, xwest fêm bike bê ka di çalakiyê de çi heye. Heyetek behsa projeyê kir. Fermandar got, 'tiştên hûn dibêjin rast e ji lewra peyzaja ku di şert û mercên zivistanê de tê çêkirin wê nikaribe li ber xwe bide.' Yanî ne çalakiyeke astengker bû. Bêyî pirsgirêk xeleke mirovan ku ji 500 kesî pêk dihat hat çêkirin."    'DIXWAZIN BITEPISÎNIN'    Çelebî, anî ziman ku taktîka demên dawî ya dewletê cezayê pereyî ye û bi vî awayî dixwaze mirovan mexdûr bike. Çelebî got: "Cezayên tên birîn, hemû polîtîkayeke tepisandinê ye. Dibêjin 'Em çi qas zêde bibirin wê mirov nikaribin tevlî çalakiyên wisa bibin.'"    Çelebî, destnîşan kir ku dewlet ji dêvla ku pêşî li pandemiyê bigire, dixwaze bi cezayên pereyî mirovan bitirsîne.    ‘EM Ê XWEZAYA XWE BIPARÊZIN'    Çelebû got: "Berevajî divê cezayê pereyî li şîrketên ku xwezayê talan dikin bê birîn. Lê dewlet radibe ceza li kesên ku xwezayê diparêzin dibire. An jî wan dixwaze bi girtinê û van cezayan wan bitepisîne. Em ê li dijî projeyê derkevin û em ê xwezaya xwe biparêzin."