Îdîaya di Girtîgeha Amedê de lingê girtiyekê şikandin… 2020-10-15 12:01:49   ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Bedlîsê Celadet Gaydali, di daxwaznameya da Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan de, diyar kir ku li dijî girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Amedê dimînin, muameleyên xirab ên dijmirovahiyê hene û xwest komîsyon vê yekê lêkolîn bike.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Bedlîsê Mahmmût Celadet Gaydalî, derbarê girtiyên ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi darê zorê sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 Amedê hatin kirin de, daxwaznameya da Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan. Gaydalî, di daxwaznameya da de, diyar kir ku di nava kesên hatin sewqkirin de, Hevserokê Xîzanê yê berê Îhsan Ûgûr jî heye.     Gaydali, di daxwaznameya da Komîsyonê de, diyar kir ku li dijî girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Amedê dimîne, muameleyên xirab ên dijmirovahiyê hene û xwest komîsyon vê yekê lêkolîn bike.   ÎDÎAYA LINGÊ GIRTÎ ŞIKANDIN   Di daxwaznameya Gaydalî de wiha hat gotin: “Li Girtîgeha Amedê, tundî û mûameleya xirab hatiye meşrû kirin û girtiyan di hucreyên yek kesî de ji nû de ceza dikin. Rêveberiya girtîgehê, sedama girtiyan a di hucreyên yek kesî de girtin, bi şewba Kovîd-19’an ve girê dide. Halbûkî di dema sewqê de, qet rewşa tenduristiya girtiyan li ber çavan nehatiye girtin û bi awayekê komî hatine sewqkirin. Rêveberiya girtîgehê şewba vîrûsê kiriye amûrekê tundiyê û muameleya xirab. Dixwazin bi vê şewbê muameleyên xirab muşrû nîşan bidin. Hin girtî li dijî van muameleyên xirab, heqaret û tundiyê dest bi greva birçîbûnê dikin. Lê rêveberiya girtîgehê, mudaxileyî greva girtiyan kiriye, girtî derp kirine û di endamê de jî lingê girtiyekê şakandine. Em dixwazin ev rewş û îdîayên heyîn ji aliyê komîsyonê ve bên lêkolînkirin û ji bo vê biçe serdana girtîgehê.”