Şahidê derbarê nûçegihanê me de ifade da li holê tuneye 2020-10-15 12:38:14   STENBOL - Ozgur Baran ê weke “şahid” derbarê nûçegihanên em Sadik Topaloglû û Sadiye Eser de îfadeyên derew da bû, li holê tuneye. Dadgehê biryar da ku şahid Baran bi zorê bînin dadgehê.    2’yemîn danişîna doza derbarê nûçegihanên me Sadik Topaloglû û Sadiye Eser a bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Eser û Topalgolû yên serbest têne darizandin û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn. Ozgur Baran ê derbarê Topaloglû û Eser de îfade dabû beşdarî danişînê nebû. Memet Savaş ê di dema serdegirtina malê de, dest danîbûn ser perê wî jî weke şahid hat guhdarkirin.    Berî danişînê, hat dîtin ku  bernameya dersên aîdê salên 2014, 2015, 2016 û 2017’an ên Topaloglû yên ji Zanîngeha Stenbolê hatibûn xwestin, ji dadgehê re hatibûn şandin.     XWEST PEREYÊ WÎ PAŞVE BIDIN   Mehmet Şavaş ê di danişînê de axivî, wiha got: “Sadik Topalgolû, dem bi dem tê mala min. Dema ku polîsan bi ser mala min de girtin, dest danîn ser 8 hezar û 500 euroyên xwediyê cihê karê ku ez lê dixebitim. Epereyê ku polîsan dest danîn ser ne yê Topaşoglu ye. Ji bo ku ez bidim xwediyê cihê karê xwe, ez dixwazim ku paşve ji bo min bê dayîn.”   XWESTIN KONTROLÊN WAN ÊN EDLÎ RABIN   Dûre, Sadik Topaloglû, parastin kir û wiha got: “Ez dixwazim şertê kontrola min rabe.” Sadiye Eser jî, xwest şertê kontrola wê bê rakirin û malzemeyên wan ên dijîtaş paşve ji bo wan bên dayîn.  Parêzerên Eser û Topaloglû, piştre mafê axaftinê girtin û xwestin Ozgur Baran bînin dadgehê û şertê kontrola edlî yê derbarê muwekîlên wan de hatibûn dayîn bên rakirin.    Dazger jî, diyar kir ku ew derbarê dosyeyê de, mutalaya xwe amede dike û da zanîn ku pêwîst nake ku Ozgur Baran bînin dadgehê, bila îfadeyên wî yên li Midûriyeta Polîsan bê esasgirtin. Parêzeran ev yek îtîraz kirin û xwestin Ozgur Baran bînin dadgehê.    DANIŞÎN TALOQ BÛ    Şandeya dadgehê piştî parastinanan, biryara xwe aşkere kir. Dadgehê biryara da ku şahid Ozgur Baran bi zorê bînin dadgehê û li dadgehê îfade bibe. Şandeya dadgehê, şertê kontrola edlî ya derbarê Topaloglû û Eser de rakir û ji bo wan biryara dewama qedexeya derveyî welat da û danişîn taloqî 9’ê Adarê kir.