‘Divê berjewendperest werin darizandin’ 2020-10-15 13:38:18 ENQERE – Seroka 10 Ekîm-Derê Mehtap Sakîncî Coşgûn pejirandina ceazyên doza Komkujiya Gara Enqereyê nirxand û got: “Divê yên di dozê de berjwendiyê temîn dikin werin darizandin.”    Seroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Derê) Mehtap Sakîncî Coşgûn a ku hevjînê wê di Komkujiya Garê ya Enqereyê de jiyana xwe ji dest da biryara pejirandina cezayê dane kujeran nirxand. Coşgûn da zanîn ku encamên pêvajoya darizandinê her tim wan matmayî hiştiye û got: “Ev matmayîbûn ne ji bo ku edalet pêk nayê. Ceza dane gelek bersûcên di dosyeyê de. Lê kesên di komkujiya Garê de rola çalak leyîstin nehatine cezakirin. Tevî ku parêzeran berpirsan derxistin holê jî nehatin cezakirin. Ev yek êşê dide meriv. Lê çi dibe bila bibe em hin bêtir xwedî li dozê derkevin. Lê divê beriya her tiştî yên di dozê de berjwendiyê temîn dikin werin darizandin.