Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin 2020-10-15 15:55:58   STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê daxwaza hevdîtina parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan red kir.    Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rêzan Sarica, Raziye Tûrgût, Serbay Koklu û Îbrahîm Bîlmez ji bo sibê bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê qedexekirina hevdîtina parêzeran a 6 mehan hêcet nîşan da û daxwaza parêzeran carek din red kir.    Ji parêzeran Rêzan Sarica û Newroz Ûysal herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de li gel Ocalan hevdîtin kiribûn.