66 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine 2020-10-15 20:12:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 66 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 693 kesên din jî pê ketine.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 66 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 693 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 9 hezar û 80 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 342 hezar û 143.