Bariş: Plansazkarên sereke yên peymana Şengalê, Enqere û Hewlêr in 2020-10-16 09:08:42 STENBOL - Civaknasê êzidî Azad Bariş, destnîşan kir ku plansazkarên sereke yên peymana Şengalê rêvebiriyên Enqere û Hewlêrê ne û got: "Armanc, bendekê deynin ber destkeftiyên muhtemel ên êzidiyan. Ev yek wê zirarê bide yekîtiya neteweyî jî. Lê belê êzidî dikarin bên cem hev du û vê lîstika xedar û kujende xera bikin."    Hikûmeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistana Federe di 9'ê Cotmehê de der barê Şengalê de peymanek çêkirin. Li gor vê peymana ku ji bo jinûveavakirina Şengalê û ewlehî û îadrekirina wê hatiye çêkirin, wê li bajêr kesekî serbixwe karibe bibe qeymeqam û wê li gor qanûnê tu bend û astengî li ber kesê hatiye hilbijartin tunebin. Her wiha wê ewlehiya Şengalê jî girêdayî Bexdayê be. Di warê îdarî û xizmetê de jî wê Bexda û Hewlêr bi hevkarî tev bigerin. Ji xeynî vê, wê hêzên din hemû ji bajêr bên derxistin.   Lê belê Rêvebiriya Xweser a Şengalê, daxuyand ku li bara wan tu hikmên vê peymanê tunene û ew ê vê peymanê nas nekin.   Civaknasê êzidî Azad Bariş, ji bo Ajansa Mezopotamyayê (MA) peymana navbirî nirxand.    ROL Û RISTA TIRKIYEYÊ DI PEYMANÊ DE   Bariş, anî ziman çendî ku peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatibe çêkirin jî, lê belê plansazkarên esas û sereke yên vê peymanê Enqere û Hewlêr in.    Bariş got: "Ji lewra Enqere û Hewlêr, ji bo Şengal nebe xwedî pergaleke xweser dixwazin pêşî li ber vê yekê bigirin. Dîplomasiya li paş perdeyan a van her du hêzan û mudaxile û gefên wan, piştî demekê kir ku Amerîka zorê bide Hikûmeta Navendî ya Iraqê. Axirê di 9'ê Cotmehê de,  der barê Şengalê de peymaneke bi vî rengî derket holê."   Bariş, bilêv kir ku Şengal ne îro, her tim û nexasim jî di 6 salên dawî de ketiye nav hedefên Tirkiyeyê û Tirkiye di çarçoveya planên xwe yên li herêmê de wê wekî laboratûvar bi kar tîne û got, guherîna demografîk jî tê de ji xwe re kiriye lêgerîna bidestxistina qadekê.    ARMANC, BENDEKÊ DEYNIN BER DESTKEFTIYÊN ÊZIDIYAN   Bariş got: "Ev peyman li gor xwesteka Tirkiyeyê çêbûye û armanc, bendekê deynin ber destkeftiyên muhtemel ên êzidiyan. Ev yek, rasterast li dijî hebûna siyasî û mekanzîmaya parastiynê ya êzidyan e. Hikûmeta Kurdistana Başûr jî jixwe ji berê de ji hewldanên xweparastinê, ji serwextbûyîna êzidiyan nerihet e û nexasim jî Hikûmeta Partiya Demokrat a Kurdistanê tiyê peymaneke bi vî rengî bû. Hîn meseleya Kerkûkê li holê ye, lê zûzûka Şengalê xistin dewrê. Ev jî nîşaneyeke girîng a vê yekê ye. Ji lewra bi qasî Enqereyê Hewlêr jî Şengaleke ku li ser hêza xwe ya esasî hatiye avakirin qebûl nake."    BERDEWAMA PEYMANA 73'YAN E   Bariş, di berdewamiya axaftina xwe de got, ev yek tê wateya ku êzîdîtî nayê tamûl kirin û tê xwestin pêşî li ber destkeftiyên wan ên hêzî yên muhtemel bê girtin. Bariş got: "Dixwazî ji vê re bibêjin Îhvanîparêz an jî Selefîtî. Lê ev peyman berdewama fermana 73'yan e."    GELO WÊ PEYMANÊN NEPEN-VEŞARÎ YÊN DER BARÊ ŞENGALÊ DE BIBIN CIHÊ ÇARESERIYÊ?   Bariş, anî ziman ku peymaneke derî vîna êzidiyan, wê tenê bike ku êzidî neyên warê xwe û wê bêçaretiyê kûrtir bike û got: "Dev ji çareserkirinê berdin, wê bêçaretiya heyî kûrtir bike."    Her wiha Bariş bilêv kir ku tu hêleke erênî ya vê peymanê ji bo êzidiyan tuneye û got: "Ev peyman projeyeke nû ya parvekirin û dagirkirinê ye. Hêzên herêmî hemû ji bo rêveberiyên xwe tehkîm bikin vê yekê pêk tînin."    'ÊZIDÎ DKARIN VÊ LÎSTIKA XEDAR Û KUJENDE XERA BIKIN'   Bariş, destnîşan kir ku tu îhtimaleke ku ev peyman bi ser bikeve tuneye û got: "Peymaneke ku êzidî ne di nav de şensekî wê yê bi ser bikeve tuneye. Lê belê êzidî dikarin bên cem hev du û dikarin vê lîstika xedar û kujende xera bikin."    Bariş, diyar kir ku espiriya sereke ya vê peymanê, ew e ku Rêveberiya Xweser a Şengalê jî di nav de hemû pergalên xweser ên êzidî derî vê pêvajoyê bên hiştin û piştî demekê berterefkirina hemûyan e. Bariş got: "Ev peyman hemû êzidiya eleqedar dike û xwedî derbeyeke kujende ye."    Bariş got: "Lewma hêzên êzidî bêyî ku di dîtinên xwe û cudahiya bîrdoziyî de asê bimînin, divê di bin sîwaneke de bên cem hev du û xwe bi xwe otorîteya xwe ya xwecihî ava bikin û hebûna xwe biparêzin. Ev lîstika xedar û kujende, ancax bi vî awayî dikare bê xerakirin. Tu peymaneke ku êzidî ne li dor maseyê bin, ne mimkun e ku bi ser bikeve."    Her wiha Bariş bal kişand ser sewqiyata PDK'ê ya ber bi sînroê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, avakirina qereqolan û pêwendiya wê ya bi vê peymanê re jî û got: "Piraniya PDK'ê li hemberî gelê Rojava bi helwesteke dijminane tev digere. Ev yek dijî ehlaqê insanî, biratî û cîrantiyê ye. Tenê, tiştekî hezîn e."    Bariş, anî ziman ku sedema israrkirina di van polîtîkayên der barê Şengalê de, ew e ku bi zext û zoriyî bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî biçin û got: "Ji lewra fetisandina Şengalê tê wateya bênefeskirina Rojavayê jî. Lewma wê hewl bidin ku vê planê dorfirehtir bikin."    Bariş, bal kişand ser dîroka peymanê jî ku di salvegera komploya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hatibû kirin û got: "Di salvegera komploya dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de çêkirina peymaneke bi vî rengî ne rasthatinî ye û tercîheke bi zanebûnî ye. Bandora Ocalan a li ser gelê Şengalê, beriya komkujiya DAIŞ'ê ye."    Herî dawî Bariş got: "Bila hem dost hem jî dijmin baş zanibin ku dibe ku hejmara me kêm be, dibe ku nîzama me kêm be lê ev nayê wê wateyê ku em ê bersiva meydanxwestina wan nedin."    MA / Ferhat Çelîk