Rêveberiya AKP'î Şaredariya Çewligê xesirand: 20 milyon TL zirar 2020-10-16 09:11:06 ÇEWLIG - Rêveberiya berê ya Şaredariya AKP'î, xana kar bi 5 milyon û 656 TL'yan dabû ber îhaleyê, lê belê wê bi 26 milyon TL'yan cardin kirî. Xana kar a aydê Şaredariya Çewligê bi 5 milyon û 656 TL'yan hatibû firotin. Piştî serlêdan hat kirin û dadgehê firotina wê betal kir, vê carê şaredariyê heman xan bi 26 milyon TL'yan cardin stend.    Şaredarê AKP'î Haci Ketenalp, xana kar ku 91 esnaf lê ne, bi 5 milyon û 656 TL'yan dabû ber îhaleyê û firotibû. Hasan û Huseyîn Kansû, Îsa Korkûlû û Huseyîn Acar îhale qezenc kiribûn. Lê ji ber ku di îhaleyê de nehatibû diyarkirin wê parsêl û tahsîlat çawa bê kirin, kirêvanên xana kar ji bo betalkirina îhaleyê serî li Dadgeha Îdareyê ya Xarpêtê dabûn. Piştî demekê dadgehê tespît kir ku a hatiye kirin dijî Qanûna Îhaleyê ye û îhale betal kir.    Kesên îhale qezenc kiribûn ji bo betalkirina biryarê serî li Şûraya Dewletê dabûn. Şûrayê di sala 2013'an de îtiraza hatibû kirin red kiribû.    Gava Şûraya Dewletê biryar betal kir, wê çaxê şaredarê AKP'î Serdal Atalay bû. Piştî navê Atalay derketibû ku şaredariyê nebaş bi rê ve dibe, Atalayl jî karên kiribûn rêz kiribû û parastibû ku bi betalkirina îhaleya xana karî nêzî 25 milyon TL li qaseya şaredariyê zêde kirine.    XWEST PESNÊ XWE BIDE, LÊ ŞAREDARÎ DI BIN DEYNAN DE HIŞT   Piştî daxuyaniya Şaredar Atalay, her 4 kesên îhale qezenc kiribûn serî li dadgehê dan. her çar kesan diyar kiribû ku îhale girtine û tabû jî dewrî wan hatiye kirin, lê belê ji ber qisûra kesê ku îhale kiriye îhale hatiye betalkirin. Kesên serî li Dadgeha Asliye ya 1'ê ya Çewligê dabûn, fiyetê ku Atalay aşkere kiribû ji xwe re kirine referans û xwestiye bedêla avahiyê bê tespîtkirin û li gor vê hîseyên wan bê dayîn.    Piştî vê dadgeh jî kesekî pêzan tayin dike û ev kes li gor pereyê ku Atalay diyar kiriye raporekê amade dike. Li ser vê dadgehê biryar daye ku 6 milyon TL bigihê Huseyîn Acara, 4 milyon û 500 hezar TL bigihê Îsa Korkûlû, 2 milyon û 250 hezar TL bigihê Hasan Kansû û 2 milyon û 250 hezar TL jî bigihê Huseyîn Kansû.    Her wiha dadgehê biryar daye ku 5 milyon û 656 hezar TL bedêla îhaleyê tevî faîzê bê hesabkirin û Şaredariya Çewligê jî milyonek TL heqê dozê bide. Daîreya Hiqûqê ya 13'an a Dadgeha Bilind jî biryara navbirî ya dadgeha xwecihî qebûl kiriye.    Şaredarê AKP'î Atalay ji bo vê xana kar pesnê xwe dabû, lê belê bereksê wê tevî mesrefên dozê û faîza hatiey ser heqê îhaleyê bi giştî şaredarî bi 20 milyon TL'yî xisirandiye.    ‘BILA BERPIRSIYAR ZIRARÊ BIDIN'    Endamê HDP'î yê Meclîsa Şaredariya Çewligê Aydin Burçun got: "Piştî Şaredar Atalay der barê xanê de bi awayekî guhnedêr tevgeriya, dadgehê biryareke wiha da. Zirara heyî divê ne ji budçeya gelê Çewligê bê dayîn, divê ji kesên tiltiya wan di vî karî de heye û berpirsiyarên wê demê bê stendin."