Şandeya CHP’ê serdana Ayhan Bîlgen kir 2020-10-16 13:08:37   ENQERE – Şandeyek ji CHP’ê çû serdana Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê girtî.    Endamên CHP’ê yên Komîsyona Mafê Hikumxwar û Girtiyan a Jêr ku di bin banê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê de dixebitin çûn serdana Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen ê di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de hat girtin. Endamên Komîsyonê yên CHP’yî Parlamentera Îzmîrê Sevda Erdan Kiliç û parlamenterê Enqereyê Alî Haydar Hakverdî di şandeyê de cih girtin. Şandeyê li Girtîgeha Sîncanê ya Tîpa F a Enqereyê serdana Bîlgen kir û têkildarî serdanê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin Bîlgen bi moral û silametî bûye û ew li hucreya yek kesî tê ragirtin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku her cûre operasyon û êrişên li dijî muxalefetê tengavî û xitimandina îqtîdarê ya li her qadê dide nîşandan.