CÎSST'ê giliyên ku ji 114 girtîgehan kom kirin, kirin rapor 2020-10-16 14:02:13 STENBOL - CİSST’ê gilî û serlêdanên ku ji 114 girtîgehên cuda kom kirin, kirin rapor. CÎSST'ê di raporê de anî ziman ku di pêvajoya şewa vîrûsê de amûr û malzemeyên paqijiyê nagêje destê girtiyan.   Komeleya Civaka Sivîl a Di Pergala Înfaza Ceza de (CİSST), di navbera 15-30'ê îlonê de gilî û serlêdanên ku ji 114 girtîgehên cuda kom kirin, kir rapor û bi raya giştî re parve kir. CÎSST'ê di raporê de cih da name û serlêdanên girtiyan û anî ziman ku demek dirêj e pirsgirêka paqijî, kapasiteyê didome. CÎSST'ê di raporê de anî ziman ku hewşa hewayê dereng li girtiyan vedikin û piştî pêvajoya Covît- 19 dest pê kir, di demên dawî de li girtîgehan dezenfekte nayê kirin û wiha cih da raporê: "Li hin girtîgehan şibakeyên kawîşan biçuk in. Ji ber vê yekê zêde hewayê nastînin. Hewşê hewayê bi keyfî dereng vedikin. Girtî nikarin ji hewa pawiq sûdê bigirin. Dîsa rayedar li gorî rêgezên temase fîzîkî baldar nabin. Pêdiviyên bingehîn ên ragihandinê yên rojname, radyo, TV, pirtûk û amûrên wekî semaver û paqijiyê nadin girtiyan. Amurên paqijiyê pir bi sînor didin girtiyan. Dema maske û lepikan didin wan jî bi pereyekî pir  zêde difiroşin wan. Xwarina didin girtiyan xerab û ji tenduristiyê re nebaş e. Ava girtîgehê qirêj e. Bê navber qut dibe û ava germ nadin girtiyan. Xwarina didin girtiyan hindik û ne paqij e. Ji bo vitamîn û hêzê xwarina bi qewt nadin girtiyan."     'GIRTIYÊN NEXWEŞ TERKÎ MIRINÊ DIKIN'    CÎSST'ê di raporê de da zanîn ku girtiyên nexweş terkî mirinê dikin û wiha lê zêde kir: "Ji bo girtiyên nexweş, mezin û di koma rîstê de ne, tedbîr nayên girtin. Girtî bi xwe neçar in tedbîrên xwe bigirin. Gelek bijişkên nexweşxaneyê di dema xwe de nayên revîrê. Dîsa girtiyên nexweş di dema wan de sewqa wan a nexweşxaneyan nayê kirin. Girtiyên nexweş ên kronîk demek dirêj e wan naşînin nexweşxaneyan. Ji ber vê yekê pirsgirêkên wan ên nexweşiyê zêde bûne. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran û neçar in bi lez biçin nexweşxaneyê, dema vedigerin jî 14 rojan di karantînayê de tên hiştin û neçar in bi tena serê xwe pêdiviyên xwe temîn bikin. Girtiyên di karantînayê de tên hiştin, li erdê radizên. Li girtiyan cezayê ragihandinê dibirin. Girtiyên li girtîgehan dimînin ji ber ku ji malbatên xwe dûr in, malbatê wan nikarin bên ziyaretên wan. Mafê girtiyan ên ziyaretê û hevdîtnê tê binpêkirin.    Daxwaza girtiyan a guhertina kawîşan tê redkirin. Girtiyên zextê li wan tê kirin û vê yekê îtîraz dikin cezayê dîsîplînê li wan dibirin. Girtî sirgûnên girtîgehên dûrî malbatê tên kirin. Girtiyên nexweş bi rîngan dibin nexweşxaneyê. Nameyên girtiyan sansur dikin. Her çend bêjin pêvajoya asayîbûnê dest pê kiribe jî li gorî asayîbûnê gav nayê avêtin. Girtiyên li girtîgehên vekirî rojê tenê maskekê didin wan. Gardiyan gotinên nexweş bi girtiyan re dikin. Mafê girtiyan ê telefonê tê asteng kirin û qedexekirin. Girtiyê bi tenê tên hiştin tên tecrîdkirin. Girtiyên nexweş nikarin ji îlacên xwe sûdê bigirin. Girtiyên jin ên zarokên wan hene ji ber vîrûsê zarokên xwe yên -6 salî teslîmî malbatê kirine. Ev yek bandorek neyînî li ser dayikên girtî û zarokên wan çêdike. Li girtîgehên vekirî girtî di şertên pir giran de kar dikin. Girtiyên nexweş û kal wan bi zorê didin xebitandin."