Bavê Bagatûr ê li ser sînorê Îranê birîndar bû: Dij hiqûqiye 2020-10-16 14:39:35   WAN - Tedawiya Îrfan Bagatûr ê li Sarayê di dema li heywanên xwe yên winda bûyîn digera, pastarên Îranê li ser sînor gule berdanê û birîndar kiribûn, dewam dike. Bav Kemal Bagatûr, diyar kir ku hem Tirkiye û hem jî Îranê li gorî qanûnan tev nagerin.     Welatiyê 28 salî Îrfan Bagatûr ê li gundê Qûrcan a girêdayî navçeya Saray a Wanê dijiya, di 12’ê Cotmehê de, pastarên Îranê li ser sînor gule berdanê û ji lingê xwe yê rastê bi giranî birîndar bû. Tedawiya Bagatûr a li Nexweşxaneya Navenda Tipê ya Dûrsûna Odabaşî ya Zanîngeha Sedsalê ya Wanê dewam dike. Bavê Îrfan Bagatûr, diyar kir ku jiyana kurê wî di talûkê de ye.    ‘GULE BERDAN KESÊN ÇÛN ALIKARIYÊ JÎ’   Bav Bagatûr, da zanîn ku kurê wî çû li heywanên wan ên winda bûn bigere û wiha axivî: “Lê pastarên Îranê bi awayekê kefî gule li kurê min reşandin û birîndar kirin. Gundî her tim li ser sînorin û her roj heywanên xwe li ser sînor diçêrînin. Roja bûyerê, du heywanên me winda bû. Îrfan ji bo ku wan bibîne çû ser sînor. Bêyî ku sînor derbas bike, pastar gule berdidinê. Çawan ku kurê min birîndar bû xwe davêje pişt kevirekê. Wisan xwe xilas dike. Bi telefonê li gund dikere û alîkariyê dixwaze. Pastarên Îranê tên bi saetan li ser serê wî radiwestin. Me jî tavilê du kes bi hespan şandin cihê bûyerê.  Pastarên Îranê gule li van her du kesan jî direşînin.”    AMBÛLANS NEHAT   Bagatûr, dest nîşan kir ku pasterên Îranê destûr nedan ku kurê xwe ji wir bigirin û wiha got: “Me alîkarî ji qereqola ser sînor xwest. Esker û hin gundî çûn karê min anîn. Em li benda ambulansê man, lê nehat. Bi wesayîta keyayê gund, min kurê xwe rakir nexweşxanê.”   ‘DIJ QANÛNÎ TEVDIGERIN’   Bagatûr, bibîr xist ku wê kurê wî piştî 10 rojan emeliyat bibe û wiha bertek nîşanî bûyerê da: “Xetên sînor êdî bûne cihê kuştin û mirinê. Kiryarên li ser sînor tên kirin, dij hiqûqîne. Li nava bax û baxçeyan, pastarên Îranê bi awayekê hovane mirovan dikujin. Bê pirs û hesap mirovan gule baran dikin. Hemû kesên dimirin bê xwedî dimînin.  Hem Tirkiye û hem jî Îran li gorî qanûna tevnagerin. Mafê tu kesî tuneye ku mirovan bikujin. Li cihê ku mirin lê hebe, hizûr tuneye. Divê qanûn û pergal hebin. Her roj dua dikin ku mirov bên girtin. Dema ku canek diçe, êdî girîngiya tu tiştî namîne.”