‘Divê cenaze ji peyarêyê werin derxistin û ji malbatan lêborîn were xwestin’ 2020-10-16 15:00:03 STENBOL – Rêxistinên hiqûq û civakî yên sivîl xwestin ku cenazeyên li peyarêya Goristana Kîlyosê hatibûn veşartin werin derxistin û ji malbatan lêborîn were xwestin.  Li Stenbolê rêxistinên hiqûqî û rêxistinên civakî bi boneya cenazeyên ji Goristana Xerzana Bedlîsê hatibûn derxistin û 282 cenaze li peyarêya Goristana Kîlyosê hatibûn veşartin werin derxistin li Otela Hîll a Taskîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. û ji malbatan lêborîn were xwestin. Nûnerên komele û rêxistinên hiqûqî û civakî yên sivîl beşdarî civînê bûn. Her wiha Parlamenterên HDP’ê Hişyar Ozsoy, Huda Kaya, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn T anrikûlû û Hevserokên HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci û gelek malbatên daxwaza cenazeyên xwe dikin beşdarî civînê bûn.    Metna hevpar hatibû amadekirin Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî xwend û behsa veşartina cenazeyan a li Goristana Xerzanê kir û êrişên li dijî goristanê hatine kirin bi armancên polîtîk pêk hatine. Yolerî anî ziman ku ew ji bo wergirtina cenazeyan gelek caran ketine nava hewldanan lê hewldanan bêncam mane û her çiqas dozgeriyê beyan kiriye ku dê cenaze radestî malbatan werin kirin jî lê beyanên wî pêk nehatine. Yolerî da zanîn ku êriş û bêhurmetiya li dijî cenazeyan dilê civakê êşandiye û neveşartina li gorî çand, bawerî û kevneşopiyên civakê li dijî hiqûqê ye.    Yolerî pêniyazên ji bo wergirtina cenazeyan rêz kir û xwest 282 cenazeyên li peyarêya Goristana Kîlsyonê hatine veşartin demildest radestî malbatan werin kirin. Yolerî her wiha got pêwîste bi dayîna cenazeyan re lêborîn ji malbatan were xwestin.    Piştî daxuyaniya hevpar, beşdarên din jî bi kurtasî nêrînên xwe anîn ziman.