Dayika Îpek: Heqê me ji wan re nehêlin 2020-10-16 15:27:59 SÊRT – Dayika Îpek Er a piştî bersûc Musa Orhan tecawizî wê kir û mir, Hakîme Kilinç di danişîna dozê de bertek nişanî berdana Musa Orhan da û got: "Xwedê heqê me ji kesên ew serbest berdane re nehêlê."  Danişîna doza Çawîşê Pispor Musa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir û bû sedema mirina Îpek, wê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê bê dîtin. Beriya danişînê Dayika Îpek Er Hakime Kilinç û bavê wê Fuat Er hatin dadgehê. Hakîme Kilinç ku li odeya Baro rawestiya bertek nîşanî berdana Orhan da û got: "Xwedê heqê me ji kesên ku kujer û bersûc berdan re nehêle."  Beriya danişîn dest pê bike, polîsan dora edliyê pêça û tedbîrên zêde stendin. Danişîna dozê dê gavek din dest pê bike.