Danişîna Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kiribû dest pê kir 2020-10-16 15:54:46   SÊRT – Danişîna doza derbarê çawişê pispor Mûsa Orhan ê dest dirêjî Îpek Er kir û bû sedemê kuştina wê hatibû vekirin dest pê kir.    Li Êlihê çawişê pispor Mûsa Orhan dest dirêjî Îpek Er kiribû û bûbû sedemê ku Er dawî li jiyana xwe bîne. Ji sûcê “êrişa biwesf a zayendî” derbarê Mûsa Orhan de hatibû vekirin. Danişîna ewil a doza Orhan li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Sêrtê tê lidarxistin dest pê kir. Li derdora edliyê polîsan tevdîran girt. Gelek kesên xwestin danişînê bişopînin bernedan eywana danişînê. Bersûc Mûsa Orhan ji Enqereyê bi rêya dîmen û deng beşdarî danişînê bû.    Dayik û bavê Îpek Er, Hakîme Kilinç û Fûat Er û birayê wê Kemal Er û parêzerên aliyan beşdarî danişînê bûn.    PARÊZER Û ROJNAMEVANAN HILNEDAN DANIŞÎNÊ    Parlamenterên HDP’ê Ayşe Acar Başaran (Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê), Meral Daniş Beştaş, Feleknas Ûca, Dersim Dag, Siddik Taş, endamên Komeleya Jinan a Rosa, Seroka Giştî ya Baskên Jinan a CHP’ê Aylîn Nazliaka, parêzerên Endamên Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD), Cîgira Hevserokên Giştî ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Rehşan Bataray, Serokê Baroya Êlihê Hamît Çakan, parêzerên endamên baroyên Amed, Êlih, Sêrt, Şirnex û Rihayê danişînê dişopînin. Lê dadger bi hêceta vîrûsa koronayê destûra 5 parêzer malbata Er û parêzerê bersûc Orhan, parlamenter û malbatê da derbasî eywanê bibin. Destûr neda 46 parêzer û rojnamevan beşdarî danişînê bibin.    Danişîna ku li çar hêlên wê polîsan tevdîran girtiye dest pê kir û didome.