Li Wanê di 9 mehan de hezar û 721 binpêkirinên mafan qewimîne 2020-10-16 16:18:21 WAN- Şaxa ÎHD’ê ya Wanê rapora binpêkirina mafan a 9 mehan eşkere kir û diyar kir ku li Wanê hezar û 721 binpêkirinên mafan qewimîne.  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxê Wanê rapora binpêkirina mafan a 9 mehan bi raya giştî re parve kir. Rapor li komeleyê hat eşkerekirin. Beriya eşkerekirina raporê Serokê Şaxa ÎHD’ê Mûrat Melet axivî û diyar kir ku ji Wan bajarek li ser sînor e heta niha 75 penaberan jiyana xwe ji dest daye û 41 penaber jî tên tedawîkirin. Melet got li ser sînor di encama gulebarana leşkeran de 8 welatiyên ji Wanê jiyana xwe ji dest dane û 3 welatî jî birîndar bûne. Melet her wiha da zanîn ku ew dibînin ku pasdarên Îranê jî welatiyan ango penaberan qetil dike û xwest derbarê van kuştinan de lêpirsînên çalak werin destpêkirin.    AZADIYA RAMANÊ    Piştî axaftina Melet, Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Kasim Kalkan rapor eşkere kir û destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên xelet ên îqtîdarê di sala 2020’an de binpêkirina mafan veguheziye her qadê û bi rêbazên antî demokratîk mafê însanan tê binpêkirin. Kalkan bal kişand ser qedexekirina her cûre çalakî ku hezar û 548 roj lin bajêr didome û got: “Ev qedexe bi awayek cidî binpêkirina mafan zêde dike û rê li ber astengiya raman û derbirîna azadiyê vedike.”    BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI GIRTÎGEHAN    Kalkan bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Wanê û got: “Em dixwazin diyar bikin ku li girtîgehên Wanê tecrîd û îsolasyon berdewam dike. Her cûre mafên girtiyan hatine qedexekirin. Girtî bi grevên birçîbûnê li ber vê radibin.”    MIRINÊN LI SER SÎNOR    Kalkan anî ziman ku li ser xeta sînor binpêkirina mafên welatiyên ji Wanê û penaberan didome û di 9 mehên dawî de 75 penaberan jiyana xwe ji dest daye û 41 penaber jî birîndar bûn e û di vê heyama 9 mehan de 892 penaber jî bi sedema “koçberiya bêpergalî” hatin desteserkirin. Kalkan anî ziman ku pêwîste di mijara penaberan de helwesta mirovî û wîjdanî were lipêşxistin û binpêkirina mafê jiyanê ya li ser sînor her roja ku diçe girantir dibe.    TUNDIYA LI SER JINAN    Kalkan da zanîn ku tundî û cînayeta jinan di rojevê de hêj cih digire û li gorî çavdêrî û lêkolînên wan li Wanê 19 jin bi tundiyê re rûbirû mane.    HEZAR Û 721 BINPÊKIRIN QEWIMÎNE    Kalkan binpêkirinên li bajêr qewimîne rêz kir û diyar kir kul i Wanê di nava 9 mehan de bi giştî hezar û 721 binpêkirinên mafan qewimîne.