Tenê ji bo muxalifan tuneye! 2020-10-17 09:06:17 STENBOL - Nûnerên rêxistinên hiqûqê diyar kirin ku her diçe hejmara parêzerên stajyer ên rûxsetên wan nayên dayîn zêde dibe û gotin; "Ya tê kirin xespkirin e û ev yek herî zêde ji bo kesên muxalif tê kirin."   Her diçe hejmara parêzerên stajyer ên ruxseta wan nayê dayîn zêde dibe. Nûnerên rêxistinên hiqûqê bertek nîşanî vê yekê dan. Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) a Stenbolê Gokmen Yeşîl û Hevseroka Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Eylem Arzû Kayaoglû, destnîşan kirin ku ya tê kiri dijî hiqûqê ye û xespkirina mafê parastinê ye.    ‘DIJÎ KARÎNEYA BÊTAWANIYÊ YE'    Serokê Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê Gokmen Yeşîl, diyar kir ku nedayîna rûxseta dijî karîneya bêtawaniyê ye û got, çendî ku sûcekî sabît tuneye jî tiştekî wisa kêfî tê kirin.    Yeşîl, bilêv kir ku di demên dawî de êrîşên li dijî parêzeran û pîşeya parêzertiyê zêde bûne û got, nedayîna rûxsetan jî êrîşeke li ser pîşeya wan. Yeşîl, destnîşan kir ku nexasim jî serlêdanên parêzerên muxalif ên ji bo rûxsetê tên astengkirin. Yeşîl got: "Parêzer, ji bo xwe parêzeriyê nake. Xizmeta hiqûqê dike."    Yeşîl, anî ziman ku tiştên parêzerên muxalif dikin ne ji bo wan e, ji bo pirsgirêkên welatiyan û got: "Bi xespkirina rûxsetê têkoşîna civakê ya ji bo mafan tê astengkirin."    ‘DIVÊ QANÛN BÊ GUHERANDIN'    Yeşîl, anî ziman ku ji bo ev pirsgirêk ji holê bê rakirin divê qanûna heyî bê guherandin û got: "Ji lewra qanûnine ku bi feraseta faşîst û çewsîner a vê îqtidarê hatine çêkirin hene. Teqez divê ev qanûn bên guherandin. Û xala ku rûxseta betal dike bê betalkirin. Ji bo vê jî divê baro, rêxistinên hiqûqê bitêkoşin."    MIRINE SIVÎL    Hevseroka Şaxa OHD a Stenbolê Arzû Eylem Kayaoglû jî destnîşan kir ku ev yek bi awayekî kêfî tê kirin û got, ev qanûn tenê ji bo parêzerên stajyer ên muxalif tê pêkanîn. Kayaoglû, diyar kir ku vî awayî tê xwestin ku parêzerên stajyer ên muxalif mehkûmî mirineke sivîl bikin.    Her wiha Kayaoglûyê, anî ziman ku parêzerên stajyer ji bo vî mafê xwe têdikoşin û got, serlêdanên ku li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hene û ev serlêdan hîn bi dawî nebûne. Kayaoglû, destnîşan kir ku heger tiştek ji van serlêdanan dernekeve wê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    MA / Mehmet Aslan