Dest bi çêkirina bastêqê kirin 2020-10-17 09:08:14 MÊRDÎN - Li Mêrdînê piştî mehseran, çêkirina bastêqê dest pê kir.    Li Mêrdînê piştî ser mehseran, amadekariyên zivistanê bênavber didomin. Welatiyan piştî mewîj û berên din, niha jî dest bi çêkirina bastêqê kiriye. Pelûla tê çêkirin li ber tavê tê raxistin da bibe bastêq. Ev yek bû cihê dîmenine pir xweşik.    Mehmet Saît Demîr ku li gundê Şevistan ê Şemrex a Mêrdînê bastêqê çêdike, anî ziman ku bi pelûlal ku bastêqê pê çêdikin beniyan jî çêdikin. Demîr, diyar kir ku ava tirî di sîtilan de baş dikelînin, dikin pelûl.    Azîze Yilmazê jî bal kişand ser çêkirina bastêqan û got, pelûla xwe li ser potikan vala dikin û heya wextekê li ber tavê dihêlin û wexta hişk dibe ji se rpotikan radikin.    Hecî Meyme Demîr jî bilêv kir ku bastêqa ku çêdikin zivistanê tevî zarokên xwe dixwin.    Wêne: Ahmet Kanbal