Girtî Saçal: Ji bin banê qawîşê ava lexemê tê 2020-10-17 09:08:46 AMED - Suleyman Saçal ji Girtîgeha Turkoglû ya Jimare 1 a Tîpa L'yê ragihand ku binbanê qawîşên wan dilopan dikin û ji ber vê hin hevalên wan nexweş ketine.  Girtî Suleyman Saçal, ji Girtîgeha Turkoglû ya Mereşê ya Jimare 1 a Tîpa L'yê telefonî apê xwe Mehmet Can Saçal kiriye û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandiye. Saçal, gotiye ji binbanê qawîşên wan ava lexemê tê û ji ber vê gelek girtî nexweş ketine. Her wiha Saçal, ragihandiye ku ev yek ji rêveberiya girtîgehê re jî gotine, lê belê heya niha tiştek nehatiye kirin.    'GIRTÎ NAYÊN TEDAWÎKIRIN'    Saçal, aniye ziman ku hevalên wan ên nexweş nabin nexweşxaneyê û gotiye: "Gava wan dibin revîrê jî tedawî nakin. Armanc, di fermiyetê de bixuyê ku wan birine revîrê."    Saçal diyar kiriye ku pirtûk, kovar û rojnameyan jî nadin wan û xwestiye rojek berî rojekê ev pêkanîn bi dawî bibin. Her wiha Saçal ragihandiye ku heger pirsgirêk neyên helkirin wê dest bi greva birçîbûnê bikin.    Apê wî Mehmet Can Saçal jî bertek nîşan da û got: "Bi girtinê jixwe cez ali wan dibirin. Ligel vê tehdê jî li wan dikin. Ez vê tehde, heqaret û binpêkirinê fêm nakim."