'Îqtidarê wijdan û ehlaqê xwe li Kîlyosê li bin peyarêyan veşart' 2020-10-17 09:09:24 STENBOL –  Hevseroka Giştî ya DAD'ê Saîme Topçû, destnîşan kir ku AKP dîn îstismar dike û got: "Tişta ku AKP jê re dibêje îslama siyasî, di asasê xwe de feraseta ku goristana li Xerzanê bir li Kîlyosê xist bin peyarêyan bixwe ye. A rast îqtidarê bi vê ferasetê çû wijdan û ehlaq xwe di bin peyarêyên Kîlyosê de veşart."  Di 19'ê Kanûna 2017'an de Goristana Xerzanê ya li gundê Oleka Jor ê Bedlîsê hatibû xerakirin û 282 cenazeyên li goristanê biribûn Stenbolê. Dû re cenazeyên biribûn Stenbolê li kêleka Goristana Kîlyosê di bin peyarêyekê de vaşartibûn. Heya niha cenazeyê 22 malbatan dane wan û cenazeyên din çendî ku malbatan serlêdan kiriye jî radestî wan nehatine kirin.    Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Saîme Topçû, diyar kir ku tişta tê kirin zilm e û got, ji bo piştevaniyê bang li her kesî kir.    ÎŞKENCE YE   Topçû, destnîşan kir ku goristan di warê bawerî, çand û dînî de nirxine girîng in û got, êrîşên li cenazeyan û goristanan tên kirin nayên qebûlkirin. Topçû, bilêv kir ku êrîşa li ser Goristana Xerzanê dilê hemû kesên xweyî wijdan êşandiye. Topçû, anî ziman ku cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatine derxistin û li Goristana Kîlyosê di bin peyarêyan de hatine veşartin ne tiştekî rasthatinî ye û got: "Bi zanebûnî hat kirin. Sedema wê jî polîtîkayên şerî ne. Bi vî awayî xwestin di warê derûnî û ruhî de malbatan biêşînin. Mantiqa veşartina li bin peyarêyan çi ye? Di hiqûqa şerî de jî hiqûqeke bi vî rengî tuneye."    ‘ÎQTIDARÊ EHLAQA XWE XIST BIN PEYARÊYÊ'    Topçû, destnîşan kir ku AKP dîn îstismar dike û got: "Tişta ku AKP jê re dibêje îslama siyasî, di asasê xwe de feraseta ku goristana li Xerzanê bir li Kîlyosê xist bin peyarêyan bixwe ye. A rast îqtidarê bi vê ferasetê çû wijdan û ehlaq xwe di bin peyarêyên Kîlyosê de veşart. Di asasê îslamyetê de heqareta li cenazeyan tuneye."    Topçû, destnîşan kir li bin peyarêyan veşartina cenazeyan bêhurmetî û bêrêzîtiyeke mezin e ûg ot: "Ev yek tu tu ehlaq û wijdnaê de tuneye. Bi tu awayî nayê qebûlkirin. Em vê yekê şermezar dikin."    BANGAWAZÎ   Topçû, bang li dewletê kir ku dev ji van pêkanînên xwe yên kêfî berde û got: "Divê hemû gel û bawerî xwedî li cenazeyan derkevin. Divê cidî bin ku pêşî li ber êrîşan bê girtin. Ji lewra destdayîna miriyê mirovekî, destdayîna canê wî mirovî ye. Tê wateya tezekirina êşê. Ev nayê qebûlkirin."    Topçû, xwest îqtidar dest nede cenazeyan bang li her kesî kir ku xwedî li cenazeyan derkevin.    MA / Nacî Kaya