Di hevdîtina kar de tundiya devkî li namzeta rojnameger hat kirin 2020-10-17 09:57:34   EDENE - Xwendekara Beşa Rojnamegertiyê ya Zanîngeha Çûkûrova Ceren Nergîz, di hevdîtina kar de, tevlî nêrîna “Tûranî” ya karsaz ne bû, rastî tundiya devkî ya karsaz hat.    Xendekara Pola 2’yemîn a Beşa Rojnamegertiyê ya Zanîngeha Çûkûrova Ceren Nergîz, ji bo ku di Rojnameya Yenî Gun a li Edene rojane weşanê dike de bixebite, di 16’ê Cotmehêmê çû buroya rojnameyê û serlêdana kar dike. Ji ber ku Nergîz di hevdîtinê, tevlî nêrîna karsaz nebû, rastî tundiya devkî ya karsaz hat. Nergîz, diyar kir ku di dema hevdîtinê de, karsaz pirsa nêrîna te ya siyasî çiye ji wê kiriye û got: “Ji min pirsa ‘Ez Tirkperest û Tûranî me. Gelo qafayê me yeke?’ kir. Min jî jêre got, fikir û nêrîna Tûraniyê ne ew fikre ku mirov baş nêz bibe. Çawan min ev got, zilam bi hirs rabû ser piyan û bi ser min de qîr kir û got; ‘Vê derê tavilê bi terikîne.’ Ez bi vî awayî qewirandim.”    'EZ ÇAVTIRSANDÎ KIRIM’   Nergîz, da zanîn ku ew ji bo serlêdana kar çû wê derê û wiha got: “Ez ji bo kar çûm, lê pirsa nêrîna min a siyasî kirin û xwestin bi vê yekê min çavtirsandî bikin. Wisan bifikirin, ji aliyê xebatkarekê çapemeniyê ve jî, azadiya min a ramanê tuneye.”   Xwediyê Rojnameya Yenî Gunê Huseyîn Karabûlût, ev îdîayên Nergîz red kirin û berevajî gotinên Nergîz, got ku Nergîz heqaret li wan û nêrîna wî ya siyasî kiriye. Karabûlût, di dewama axaftina xwe de, wiha got: “Telefona me niha qeyd dike; Tu dikarî li gorî dile xwe nûçe binivîsî. Lê mafê me yê tazmînatê heye. Ger kesek heqaretê li nêrîna te bike, gelo tu yê çi bikî? Ez Tûranî û Nijatperestim. Ew jî kî digire pişt xwe bila bigire pişt xwe.”   MA / Hamdullah Kesen