Jinên rojnameger di korîdora girtiyên edlî yên zilam de tên girtin 2020-10-17 11:30:39   WAN - Hat ragihandin ku rojnamegerên jin Nazan Sala û Şehrîban Abî hîna jî, di korîdora girtiyên edlî yên zilam a Girtîgeha Tîpa T a Wanê de tên girtin û ligel xwarina şevê, ji bo taştê tenê parçeyekê penir didin wan.   Li navçeya Şaxê ya Wanê, di 11’ê Îlonê de, eskerên ji operasyonê vedigeriyan, du welatî Servet Tûrtût û Osamabn Şîban bi îşkenceyê binçav kiribûn û dûre jî ji helîkopterê avêtibûn. Piştî ku belge û ji helîkopterê avêtina her du welatiyan ji raya giştî re hatin ragihandin, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala hatibûn binçavkirin û girtin. Sala û Abî yên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tên girtin, binpêkirinên mafan û muameliyên xirab ên li dijî wan dewam dikin.   Hat hîn bûn ku rojnameger Abî û Sala, bi hinceta şewba vîrûsa koronayê, hîna jî di korîdora girtiyên edlî yên zilam de, tên girtin. Hat ragihandin ku rayedarên girtîgehê çay û avê nabin Abî û Sala û ji bo paqijiya cihê ku lê dimînin jî tenê firçeyek dane wan.    BI ŞEV TAŞÊ DIDIN   Hat diyar kirin ku rayedarên girtîgehê ligel xwarina şevê, ji bo taştê jî tenê parçeyekê penir didin wan.