‘Cihê kesê winda got, li girtîgehê hat kuştin’ 2020-10-17 11:50:31   AMED – Xizmên windayan aqûbeta Duzgun Tekîn ku di sala 1995’an de li Stenbolê hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin pirsîn û diyar kirin ku Kasim Açik ku qrokiya cihê cenazeyê Tekîn daye li girtîgehê hatiye kuştin.    Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin” ku her hefte li dar dixin, di hefteya 610’emîn de çalakiya xwe ya bi vîdeoyeke ku li ser Înternetê weşandin, pêk anîn. Di çalakiyê de, aqûbeta Duzgun Tekîn ku di 21’ê cotmeha 1995’an de li Stenbolê ji mala xizmên xwe yên li Bagcilarê diçû cihê karê xwe yê li Bayrampaşayê hat revandin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn   PLAQEYÊ DINIVISÎNE LÊ ENCAMEK DERNAKEVE    Endamê Lîjneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Mûstafa Altintop, çîroka winda Duzgun Tekîn xwend û agahî da ku Tekîn karkerê tekstîlê û delegeyê Sendîkaya Tekstîlê ya girêdayî DÎSK’ê bûye.  Altintop, diyar kir ku berî ku winda bibe Tekîn ji derdora xwe re gotiye ku ji aliyê wesayîtên cûda ve tê şopandin û wiha got: “Tekîn wesayîtên ku wî şopandine zanibûye û plaqeya yek ji van wesayîtan dinivisîne datîne malê. Wesayîta bi plaqeya 34 F 6676 ku nivîsandiye di nav wesayîtên wî şopandine de bûye. Di 27’ê cotmeha 1995’an kesekî nasnameya wî nediyar li malbata Tekîn geriyaye û ji wan re gotiye ku Tekîn li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê ye û xwestiye jê re pere û kinc bibin. Piştre malbata Tekîn ji bo hînkirina aqûbeta wî serî li tevahiya yekîneyên emniyetê dide lê bersiva ku kesekî wiha ne di bin çavan de ye digire.”    ‘JI BER AGAHÎ DA HAT KUŞTIN’   Di berdewamê de Altintop, destnîşan kir ku di 10’ê îlona 1997’an de Kasim Açik ku li Girtîgeha Gebzeyê Girtî bûye, ragihandiye ku Tekîn hatiye kuştin û cenazeyê wî li sergoya konbajarekî nêzî Kirklareliyê hatiye veşartin û ev agahî dan: “Li ser vê agahiyê malbata Tekîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Kirklareliyê daye lê tu encam bi dest nexistiye. Piştre malbatê bi derfetên xwe li sergoya ku Açik gotibûye geriya lê negihiştine cenazeyê Tekîn. Ji wê demê ve ji Tekîn agahî nayê girtin. Piştî agahiyên ku da Kasim Açik jî li girtîgehê hat kuştin.”