ÎHD’ê têkildarî şewata Hatayê rapor amade kir: Dereng mudaxile kirin 2020-10-17 14:20:21   HATAY - Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê, rapora xwe ya têkildarî şewata Hatayê amade kiribû aşkere kir û xwest mexdûriyeta welatiyan bê derbaskirin û qada şewitî ji bo rantê neyê vekirin. Di raporê de hat, diyar kirin ku dereng mudaxileyî şewatê hatiye kirin û agahiyên derew hatine parvekirin.    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îskenderûnê, rapora xwe ya derbarê, şewata di 9’ê Cotmehê de, li navçeya Belen a Hatayê rû da û piştî 33 saetan hat vemirandin de amade kiribû, ji raya giştî re parve kir. Ji bo parvekirina raporê li avahiya Şaxê civîna çapemeniyê hat lidarxistin Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Îskenderûnê Hulya Ataş û rêveberên partiyê piştgirî dan. Sekreterê Şaxa ÎHD’ê ya Îskenderûnê Adîl Bahtiyar derbarê rapora şewatê de daxuyanî da.    Bahtiya diyar kir ku li gorî tespîtên wan, rayedaran pir dereng mudaxileyî şewatê kirin û wiha got: “Em dixwazin mexduriyeta welatiyan bê derbaskirin û destûr neyê dayîn ku qada şewitî ji bo rantê bê vekirin. Divê bergiriyên girîng ji bo vê yekê bên girtin.”