Ji xizmên windayan şîroveya wêneyê çarmend: Wê welat her tarî bimîne 2020-10-17 15:11:32   STENBOL – Xizma windayan Îlkbal Eren, diyar kir ku hatine gel hev a Mehmet Agar, Korkût Eken, Alaattîn Çakici û Engîn Alan ku navê wan di Doza Sûsûrlûkê de derbas dibû, peyama “wê welat her di tariyê de be ye”.   Di sala 1996’an de li navçeya Sûsûrlûkê ya Balîkesîrê qezayeke trafîqê pêk hatibû û piştre têkiliyên dewlet-siyaset-mafyayê derketibûn holê. Navê Mehmet Agar, Korkût Eken, Alaattîn Çakici û Engîn Alan di van têkiliyan de derbas bûbû. Piştî bi salan van kesan li navçeya Bodrûmê ya Mûglayê hatin gel hev û wêneyê xwe parve kirin. Di serî de xizmên windayan gelek kesan bertek nîşanî wêneyên wan da.   ‘FAÎLÊ KEKÊ MIN MEHMET AGAR E’   Xwişka Hayrettîn Eren k udi 21’ê mijdara 1980’an de di bin çavan de winda bûbû Îlkbal Eren, diyar kir ku 40 sal in li edaletê digerin û bi van gotinan bertek nîşanî wêneyê çarmend da: “Dema kekê min hat binçavkirin Agar Alîkarê Midurê Emniyetê yê Stenbolê bû. Lewre faîlê kekê min e. Ne tenê kekê min faîlê kesên li cem winda bûneye jî. Ji bo wan edalet pêk nehat. Ji ber pêknehatina edaletê van faîlan bi awayekî azad li welat digerin. Bi wêne jî peyama em li virin dane. Ew çiqas peyaman bidin jî em ê aqûbeta xizmên xwe bipirsin. Ev wêne wêneyê bêhiqûqî û bêedaletiyê ye. Ev wêne ji me re dibeje ku hiqûq û edanelet tuneye û kiryarên xwe bidomînin. Ev peyama ku wê ev welat her tarî bimîne ye.”