Berpirsiyarê mirinên li sînor diqewimin dewlet e 2020-10-18 09:02:19 WAN – Li Wanê di 9 mehan dawî de eskerên Tirkiye û Îranê 8 kesên bazirganiya sînor dikin hatine kuştin. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Wanê Parêzer Kadîr Kûtevî, anî ziman ku der barê van mirinan de lêpirsîneke baş nayê kirin û ev jî dîtina dewletê ya ji bo gelê herêmê dide der.    Li Wanê di 9 mehên dawî de eskerên Tirkiye û Îranê 8 kesên ku bazirganiya sînor dikin kuştine û 3 kes jî birîndar kirine. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Wanê Parêzer Kadîr Kûtevî destnîşan kir ku der barê van mirinan de lêpirsîneke baş nayê kirin û ev jî dîtina dewletê ya ji bo gelê herêmê dide der.    33 GUNDÎ BIBÎR XISTIN    Parêzer Kûtevî destnîşan kir ku bûyerên kuştin û birîndarkirinê yên li sînor bi awaykî kêfî tên kirin û kuştina 33 gundiyên ku di sala 1943'yan de li navçeya Serayê hatin kuştin bibîr xist. Kûtevî, anî ziman ku heman feraset hîn jî didome.    Kûtevî, bilêv kir ku îqtidar bi polîtîkayên xwe bi miameleya "terorîstan" nêzî gelê herêmê dibe û got: "Ji ber vê nêzîkatiyê navbera gelên li Tirkieyyê firehtir dibe. Nêzîkatiya ji bo welatiyekî li rojavayê Tirkiyeyê û welatiyekî herêmê ne yek e. Ev yek jî girêdayî polîtîkayên erî yên li herêmê ye. Lewma divê dest ji polîtîkayên şerî bê berdan."    ‘WEKÎ BÛYEREKE BQISÛRDAR NÎŞAN DIDIN'    Kûtevî, diyar kir ku ji dêvla ku dozger nehêlin esker û polîs sûcan bikin, lê belê li herêmê tiştekî werê nakin û got: "Em çûn cem dozgeran. Gotin, em ê dev ji yekê bernedin. Lê belê bûyerên diqewimin hemûyan jî wekî bûyerine qisûrdar bibin nîşan didin. Sedema miameleyên kêfî yên esker û polîsan, ji ber polîtîkayên şerî ye."    ‘QISÛRDARÊ ESLÎ DEWLET E'    Kûtevî, diyar kir ku gava welatiyekî Komara Tirkiyeyê ji aliyê welatekî biyanî ve bê kuştin divê dewlet ultîmatoê bide, lê belê der barê mirinên heya niha çêbûne Wezareta Karên Derve tiştekî wiha nekiriye. Kûtevî, diyar kir ku ev jî dîtina dewletê ya ji bo gelê herêmê dide der û got: "Heger kesek ji aliyê eskerên Îranê ve bê kuştin jî, eskerên li herêmê dibin qisûrdarê îdarî. Ji lewra tu nikarî ewlehiya welatiyan a sînor û jiyana wan pêk bînî. Di vir de Wezareta Karên Navxweyî qisûrdara eslî ye."    SERÎ LI BAROYÊ BIDIN   Parêzer Kûtevî, anî ziman ku piştî xizmên kesên li sînor hatine kuştin serî li baroyê dane, lêpirsîn hatine destpêkirin û xwestine daxilî nav lêpirsînê bibin lê belê serlêdanên wan zûzûka hatine redkirin.    Kûtevî, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên tên kirin û zext û zoriyên li ser gelê herêmê xizmên kesên li sînoran jiyana xwe ji dest didin newêrin selrêdanê bikin û got: "Lê divê ne wisa be. Ev mafê we yê hiqûqî ye. Em dibêjin, em dikarin mafên hiqûqî yê her kesî biparêzin. Lewma bila malbat serî li me bidin ku em karibin mafên wan biparêzin."