ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-18 09:00:00     * Li navçeya Licê wextê ser mehseran dest pê kir. Şêniyên navçeyê dest bi çêkirina dims, benî û bastêqê kirine.    * Piştî qeyûm Mûstafa Yaman ji peywirê hat girtin, li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê operasyonên nelirêtiyê hatibûn kirin. Lê belê operasyonên dihatin kirin hatine rawestandin. Hin kesên di van operasyonan de ji ber nelirêtiyê hatibûn girtin sûd ji "qanûna poşmaniyê" girtibûn û bi pereyan hatibûn berdan û hêjayî gotinê ye piştî Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hat bajêr operasyonên nelirêtiyê sekinîn.    * Mehmet Ocalan, bal kişand ser qedexekirina hevdîtina parêzeran a bi birayê wî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîd giran dibe. Em bang li gel dikin. Li vir tiştekî xeyrî meşrû heye. Divê bertek û nerazîbûna xwe bînin ziman."    * Cemal Ogûzhan, diyar kir ku gundî kevirên Dêra Ergayn Inguzent Sûrp Harûtyûnê ku li navçeya Xozatê ye ji bo xaniyên xwe û dewletê jî ji bo dibistanan bi kar aniye û got, bi vî awayî mîrateyek hat xirabkirin.    * Xwişka Gulîstan Dokû ya windabûyî Aygul Dokû, diyar kir ku heger cenazeyê xwişka wê ji nav avê bê derketin jî wê bawer nekin ku întihar kiriye û xwest ku êdî Zaînal Abarakov û malbata xwe bên darizandin.    * Parêzer Îlyas Tarim, anî ziman ku li gor delîlên heyî divê Mûsa Orhanê ku tecawizî Îpek Erê kir û Îpekê ji ber wî întihar kir bihatan girtin û got, talqokirina dozê tê wateya ku doz bê jibîrkirin.    *  Li Wanê di 9 mehan dawî de eskerên Tirkiye û Îranê 8 kesên bazirganiya sînor dikin hatine kuştin. Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Wanê Parêzer Kadîr Kûtevî, anî ziman ku der barê van mirinan de lêpirsîneke baş nayê kirin û ev jî dîtina dewletê ya ji bo gelê herêmê dide der.    * Têkildarî kampanyaya reşkirinê ya ku şaredariya AKP’ê li dijî endamên meclîsa şaredariya HDP’ê ya li bajêr daye destpê kirin, hevserokê Meclîsa Giştî ya  HDP’ê Şirin Kiliç axivî. Kilic, anî ziman ku şaredariya AKP'ê wan hedef nîşan dide û got: "Divê gelê me guh nede van lîstikan û neyê van lîstîkan."   * Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dê li Navenda Pêşandanê ya Bostanci ya Stenbolê şahiya salvegera 8'emîn a damezrandina HDP'ê were pîrozkirin. (11.00-15.00)