'Bi taloqkirinê dixwazin doza Îpek Er bidin ji bîr kirin' 2020-10-18 09:08:52 ÊLIH - Parêzer Îlyas Tarim, anî ziman ku li gor delîlên heyî divê Mûsa Orhanê ku tecawizî Îpek Erê kir û Îpekê ji ber wî xwe kuşt, bihatan girtin û got: "Talqokirina dozê tê wateya ku doz bê jibîrkirin."     Çawîşê Pispor Mûsa Orhan li Sêrtê tecawizî Îpek Erê kiribû û dû re Îpek Er ji ber wî întihar kiribû û jiyana xwe ji dest dabû. Danişîna ewil a dozê di 16'ê Cotmehê de li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Sêrtê hat lidarxistin. Lê belê dadgehê biryar da ku Orhan bi awayekî engirtî bê darizandin û danişîn taloqî 25'ê Sibata 2021'ê kir. Parêzer Îlyas Tarim, anî ziman ku li gor delîlên heyî divê Mûsa Orhanê ku tecawizî Îpek Erê kir û Îpekê ji ber wî întihar kir bihatan girtin û got, talqokirina dozê tê wateya ku doz bê jibîrkirin.    DORPÊÇA POLÎSAN    Tarim, bibîr xist ku sûcdar Orhan bi sûcê "êrîşa zayendî" tê darizandin û got, her wiha ji ber ku bûye sedema întiharkirina Îpek Erê jî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê der barê wî de lêpirsînek heye. Tarim, diyar kir ku çûne dozgeriyê û li bendê ne ku îdianame bê amadekirin.    Tarim, diyar kir ku nêzî 50 parêzer doza li Sêrtê şopandne û got, ji xeynî hiqûqnasan rêxistinên civaka sivîl û komeleyên jinan jî xwedî li dozê derketine û ev yek jî nîşaneya wijdanê ya raya giştî ye.Tarim, bibîr xist ku beriya danişînê polîsan dora edliyeyê dorpêç kiriye û got: "Hindik mabû me parêzeran nexistana eywana danişînê. Bi hinceta pandemiyê sendeliyeyên danişînê kêm kiribûn. Piştî me îtiraz kir 20, dû re jî 30 kesan doz şopand. Jixwe dorpêça polîsan her tiştî dide der."    Tarim, bilêv kir ku ji ber ku doz bûye rojev û bi sed hezaran kesî fikrên xwe aniye ziman ev tiştekî girîng e û got: "Ji ber civak xwedî li vê dozê derket, ev bû sedem ku dewlet jî hin refleksan nîşan bide. Jixwe çavê wan lê bû dozê ji civakê dûr bixin. Û mixabin heyeta dadgehê nehişt hemû sazî daxilî dozê bibin."   Her wiha tarim ji bo dema taloqkirinê ya dozê ku 5 mehan hatiye taloqkirin jî got, armanc dozê bidin jibîrkirin.    'DIVIYABÛ BÊ GIRTIN'    Her wiha Tarim bal kişand ser "bikaranîna mafê bêdengiyê" yê Mûsa Orhan jî û got, çi qas bêdeng dimîne bila bimîne, lê belê Mûsa Orhan di nezda civakê de sûcdar e.    Tarim, destnîşan kir ku diviyabû Orhan ji roja roj de bihata girtin û got: "Mûsa Orhan di îfadeya xwe ya ewil de dibêje tu têkiliyeke wan çênebûye. Lê belê di raporên ATK'ê de delîline cuda hene. Xwîna Îpekê û mena Orhan di nav hev de li mala çawîşê pispor tên dîtin. Jixwe di nameya Îpekê de jî beyanine pir zelal hene. Raporên ATK'ê jî vê yekê piştrast dikin lê radibin çawîşêpispor berdidin. Tişta talûke jî, Mûsa Orhan dikare delîlan winda bike. Di dosyeyê de behsa mala duyem tê kirin. Piştî bûyerê polîs wî dibin vê malê. Lê belê wî berê ji tu kesî r ebehsa vê laê nekiriye. Heta di îfadeya xwe de jî dibêje li vê malê kesekî wî yê nas tuneye. Lê piştî îfadeya teksîvan li vê derê hin lêkolîn tên kirin. Ev hewldaneke ji bo windakirina delîlan e. Ji lewra tevî polîsan tên heya vê derê, lê mal nayê nîşandan."    Tarim, destnîşan kir ku hewldanên didin der ku çavê wan lê ye delîlan winda bikin û got: "Sûê êrîşa zayendî ji 12 salan dest pê dike. Delîlên di dest de, rapora ATK'ê, gumana windakirina delîlan û li gor beyanên şahidan diviyabû Mûsa Orhan bihatana girtin."    Tarim, destnîşan kir ku wê heya dawiyê dozê bişopînin û got, divê raya giştî jî dozê bişopîne.