‘Cadeya bi xalî’ ya qeyûm di bin tozê de maye 2020-10-18 10:37:34 MÊRDÎN – Li kolanek Qoserê xalîçe hatibûn raxistin û ev kolan bûbû amûra propaganda hikumetê. Lê piştî demek kin xalîçe ji ber tozê ku ji kuçeyên din lê danî nayê dîtin.  Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê di 4’ê mijdara 2019’an de cara duyemî Wezareta Karê Navxweyî qeyûm danî şûna Hevşaredarên Qoserê yên HDP’yî. Çêkirina kuçe û cadeyên ji serdema qeyûmê din maye hêj bi dawî nebûne. Ev kuçe û kolanên navçeyê ji tozê xuya nake. Di şiliyek sivik de kuçe û cade ji çal û kortikan derbas nabe.    ‘CADEYA BI XALÎÇE’ BÛYE AMÛRA PROPAGANDAYÊ    Tevî vê yekê jî Qeymeqamê Qoserê Huseyîn Çam ê wek qeyûm danîne ser şaredariyê, tenê karê wî û rêveberiya wî ew e ku propaganda “cadeya bi qasî 220 mîtro xalîçe lê danîne” dikin û kuçe û cadeyên xerabe ji nedîtîve tên. Qeyûm Huseyîn Çam herî dawî bi du wêneyên wê cadeya ku pesnê wê dide bi nivîsa “Çawa dest pê kir? / cadeya bi xalîçe ya herî dirêj a li Qoserê çawa qediya” di twîtterê de belav kir. Çam di wêneyê berê de ku ji serdema zivistanê ji Cadeya Kîlîse hatiye girtin belav kir lê belê ev wêne jî di serdema wî de hatiye girtin.    Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû jî pesnê qeyûm da û twîta wî bi nivîsên pesindayînê retweet kir.    NEQŞÊN XALIYAN DI BIN GEVZIKÊ DE MANE    Cadeya bi xalî ku qeyûm û Soylû her tim pesnê wê didin ji ber tozê û nepaqijiyê di nava qirêjiyê de maye. Toza ku ji kuçe û cadeyên din tê lê datîne ew neqşên li ser xaliyan hatiye asta ku nayê dîtin.    TOZ LI ALIYEKÎ BÊHNA GENÎ LI ALIYEKΠ   Ji ber toza ji kuçeyan radibe şêniyên navçeyê nikarin derî û şibakeyên xwe vekin. Li gel vê toz û qirêjiya li kuçe û cadeyan, newala ku di nava van kuçeyên bi toz de derbas dibe jî bêhnek pîs bi ser hawirdorê dixe û şêniyên navçeyê dibêjin ku ew jê aciz dibin.    JI QEYÛM NE KÊFXWEŞ IN    Ji şêniyên navçeyê Şêxmûs Taş diyar kir ku rêyên wan her tim xerabûyî ne û ew ji qeyûm ne memnûn in. Taş anî ziman ku piştî tayînkirina qeyûm kuçe û cadeyên navçeyê bi hêceta dê ji nûve werin çêkirin hatine xerakirin û ew ji ber vê toza radibe nexweş dikevin.    ‘QEYÛM ŞANÎDANÊ DIKE’    Emîne Turkay jî da zanîn ku kuçeyên wan nayên paqijkirin û çop li derdorê belav bûye. Turkay destnîşan kir ku 3 sal in li Qezê (Qoserê) vê rewşa hane didome û tişta qeyûm dike jî wek “şanîdanî” dike.    ZAROK DI NAVA XWELIYÊ DE DIMÎNIN   Muazzez Ayaz jî bal kişand ser pirsgirêkên xelkê Qezê ya av û ceryanê û ev yek xelkê şerpeze dike. Ayaz got tevî ku kuçe û cade nepaqij in jî lê zarokên wan neçar in di nava toz û xweliyê de bijîn.