Li dijî wêneyê çarmend, berteka ‘bîrdoziya fermî ya dewletê ye’ 2020-10-18 11:17:39 STENBOL - Xizmê windayan Eren Baskin, bertek nîşanî parvekirina wêneyê 4 kesên cihê xwe di Doza Sûsûrlûkê de digirin da û got: “Ev wêneyê çarmend, bîrdoziya fermî ya dewletê nîşan dide. Ji ber ku ev bîrdozî tê parastin ev kesên dest bi xwîn jî, bi awayekê rehet tevdigerin.”    Di 3’yê Mijdara 1996’an de, li navçeya Sûsûrlûkê ya Balîkesîrê qezayeke trafîqê pêk hatibû û piştre têkiliyên dewlet, siyaset û mafyayê yên bi hev re derketibûn holê. Wê demê navê Wezîrê Karê Hûndir ê berê Mehmet Agar, emekdar Albay Korkût Eken, emekdar Korgeneral Engîn Alan û serokê rêxistina sûc Alaattîn Çakici di van têkiliyan de derbas bûbû. Piştî bi salan ev her çar kes, li Marînaya Yalikovak a navçeya Bodrûmê ya Mûglayê hatin gelhev û wêneyê xwe yê bi hevre parve kirin. Bertekên li dijî wêneyê van çar kesan dewam dikin.   'EZ Ê BÊ HÊVÎ NEBIM’   Kurê Abdulmecît Bakin ê dema Midurê Nifûsê yê Altindag ê Enqerê bû, di 2’yê Mijdara 1993’an de, gava ji kar derdikeve ji aliyê polîsan ve tê binçavkirin û di 4’ê Cotmeha 1993’yan de cenazeyê wî hatibû dîtin Eren Baskin, ji bo wêneyê mijara gotînê, nirxandina “Bîrdoziya fermî ya dewletêye” kir.    Eren, bertek nîşanî parvekirina wêne da û wiha got: “Ez kurê bavekê ku dibin çavan de hatiye windakirine. Çi dema ku ev kes tên gelhev, wê demê tê zanîn ku karên herî reş û tarî tên bi rêve birin. Ji ber ku ev bîrdoziya dewletê tê parastin û di saya rayedaran de ev kesên dest bi xwîn jî, bi awayekê rehet tevdigerin. Dibe ku ev kes di salonên dadgehan de hatibin fihêlkirin, lê di wijdana dayan, xizmên windayan û civakî de, hatine darizandin û hikumkirin. Min tu carî bawerî û hêviya xwe ya, rojekê wê destên van ên bi xwîn bikevin kelepçeyê winda nekiriye. Ez tu carî jî bê hêvî nebim.”