Pasdaran kolberek din kuştin 2020-10-18 14:30:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Pasdarên rejîma Îranê li ser sînorê di navbera Îran û Bakurê Kurdistanê de, di encama gulebarandina komek kober de kolberek kuştin. Pasdarên rejima Îranê li ser sînorê di navbera Rojhilahtê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, komek kolber gulebaran kirin. Di encama gulebarandinê de, koberekê jiyana xwe ji dest da.    Li gorî Kolbernews’ê, pasdaran şeva bihurî li herêma sînorê Çaldêranê ya ser bi parêzgeha Urmiyê êriş pêk anîn. Di vê êrişê de, kolberê bi navê Emîn Şemis bavê zarokekê, jiyana xwe ji dest da.