Ozturk: Aştî bi Birêz Ocalan pêkane 2020-10-18 14:49:20 RIHA - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, di pîrozbahiya 8’emîn salvegera avakirina HDP’ê ya li Rihayê de axivî û got: “Pirsgirêka kurd tu carî bi polîtîkayên şer çareser nabe. Aştî tenê bi Birêz Ocalan pêkane.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Rihayê, 8’emîn salvegera avakirina partiya xwe pîroz kir. Şahiya pîrozbahiyê li qadekê seyrangehê ya navçeya Karakoprû hat lidarxistin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Nûsrettîn Maçîn, rêxistinên kedê yên li bajêr, Dayikên Aşiyê û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.      ‘HDP LI SER PIYAN E’   Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku partiya wan ji bo gelên Tirkiyeyê bûye hêviyek mezin. Surucu, anî ziman ku ev 8 salin têkoşîna demokrasiyê didin û wiha got: “Desthilatdariya AKP û MHP’ê ji bo ku HDP’ê tesfiye bikin, çi ji destê wan tê dikin û serî li her rêbazên xirab dide. Lê HDP mîna her carê, îro jî li ser piyane. Em niha salvgera xwe ya 8’emîn bi navê hevalên xwe yên di zindanan dene pîroz dikin.”    Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî, da zanîn ku pêdiviya Tirkiyeyêr herî zêde bi aştiyê heye û wiha axivî: “Heya ku ev pêk neyê, wê gelên Tirkiyeyê azad nebin. Ji bo ku ev pêş bikeve divê pirsgirêka kurd bê çareser kirin. Lê rastiyek heye, pirsgirêka kurd tu carî bi polîtîkayên şer çareser nabe. Aştî tenê bi Birêz Ocalan pêkane. Rêya Greva Îmraliyê diyare.”    Piştî axaftinan, bernameya pîrozbahiyê bi firandina kevokan bi dawî bû.