Li herêmên operasyonê tevgereke zêde ya hewayî heye 2020-10-18 15:10:17 ŞIRNEX - Li herêmên Şirnexê yên operasyonên eskerî lê berdewam dikin, tevgereke zêde ya helîkopteran heye.   Operasyonên li çoterên Çiyayên Cûdî, Gabar û Besta yên Şirnexê bi tevlîbûna bi hezaran esker û cerdevanan dest pê kirin, dewam dikin. Li herêmên tên topbarankirin, liv û tevgereke zêde ya helîkopteran heye.