Ersîn Tatar bû serokkomarê nû yê Bakurê Qibrisê 2020-10-18 20:44:16       NAVENDA NÛÇEYAN - Di tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê ya Bakurê Qibrisê de namzetê UBP'ê Ersîn Tatar ji sedî 51.7 dengan wergirt û bû serokkomarê nû yê Bakurê Qibrisê.    Encamên tura duyemîn ên hilbijartina Serokkomariyê ya Bakurê Qibrsiê eşkere bûn. Desteya Hilbijartinê ya Bilind ragihand ku encamên 738 sindoqan deng tê de hatin bikaranîn jimartina wan bi dawî bûye.    Di tura duyemîn a hilbijartinê de namzetê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UBP) û Serokwezîr Ersîn Tatar û Serokkomar û namzetê serokkomariyê yê serbixwe Mustafa Akinci ketin pêşbaziya hilbijrtinê.    Namzetê UBP'ê Ersîn Tatar bi rêjeya ji sedî 51.74 a dengan wergirt yanî bi 67 hezar 385 dengan bi ser ket. Mustafa Akinci jî bi rêjeya ji sedî 48.26 deng wergirt û wî 62 hezar û 858 deng bi dest xist.    Bi vê rêjeya ji sedî 51.7 Engîn Tatar bû serokkomarê nû yê Bakurê Qibrisê.