Bûrç: Peymana Şengalê wê rê li ber komkujiyên nû veke 2020-10-19 09:04:47 STENBOL – Rojnamevanê êzidî Eyup Bûrç diyar kir ku îmzekirina peymana navbera Hewlêr û Bexdayê ya di 9’ê Cotmehê de peyamê dide kurdan û bi bîr xist ku destwerdana li ser Serêkaniyê û Girê Spî jî di wê dîrokê de dest pê kiribû û hişyarî da ku dê ev yek rê liber komkujî û şerek nû vebike.  Rêveberiya hikumeta navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê di 9’ê Cotmehê de li ser warê êzidiyan Şengalê peymanek îmze kir. Li dijî peymanê nerazîbûn berdewam dike. Rojnamevanê êzidî Eyup Bûrç têkildarî peymana Hewlêr û Bexdayê ji ajansa me re axivî.    ‘DÎSA DI 9’Ê COTMEHÊ DE PEYAMÊ DAN’    Rojnamevan Eyup Bûrç diyar kir ku dîroka peyman hatiye îmzekirin bi taybetî hatiye ijartin û dema netew dewlet biryaran digirin dîrokan bi baldarî dibijêrin. Bûrç cezayê darvekirinê yê dan Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê rastî roja darvekirina Şêx Seîd tê û got: “9’ê Cotmehê roja ku birêz Ocalan ji axa Sûriyê hat derxistinê ye. Di heman demê de 9’ê Cotmeha 2019’an roja ku Tirkiyê li ser Girê Spî û Serêkaniyê destwerdanê pêk anî ye. Niha jî em dibînin ku îmzekirina peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo Şengalê jî dibînin di heman rojê de yanî di 9’ê Cotmehê de pêk hatiye. Hilbijartina van rojan ne tesûdufî ye. 9’ê Cotmehê ji bo kurdan rojek nexweş e. Bi van biryaran peyaman didin kurdan. Dewlet bûyerên bi vî cûreyî di bîrê de zindî dikin.”    Bûrç destnîşan kir ku Tirkiye ji xwerêvebirina xelkê Şengalê û hêzên wan leşkerî aciz e û naxwaze li wir statûya êzidiyan ên bi destê PKK’ê hatin rizgarkirin li pêş bikeve.    ‘PEYMAN WÊ RÊ LI BER KOMKUJIYÊN NÛ VEKE’    Bûrç destnîşan kir ku peymanek mirî ye û divê kes hilnede cidiyetê û got: “Ev yek wê li qadê rê li ber şerek cidî veke. Rêveberiyek hêzdar a Bexdayê ku peymanê bixe meriyetê nîne.  Yên berê birêve dibirin, xelkê êzidî bi komkujiyan re rûbirû hiştin. Niha xelk dipirse ‘yên me diparêz in çima wê ji vir werin derxistin. Çima hêza me ya parastinê wê were tasfiyekirin.’ Nexwê hûn ne ji bo parastinê diçin wir. Niyeta w eli ser daxwaza hin kesên din e û dixwain xelkê zeft bikin. Ev peyman tenê kêrî Tirkiyê tê. Tenê wê Tirkiye qezenc bike. Loma niha bêdeng e. Heke tiştek li dijî Tirkiyê bûya niha qiyametê rakiribû. Ev peyman ne ji bo berjwendiyên gelê kurd, hêzên Kurdistanî û civaka êzidiyan e. Êzidî bi tu awayî ji vê peymanê sûdê wernagirin. Wê di vê peymanê de kurd û Kurdistan winda bikin. Wê bi vê peymanê re civaka êzidî fersendek dîrokî winda bikin. Wê êzidî carek din bi komkujiyen nû re rûbirû bimînin. Wê ev peyman rê li ber komkujiyên nû vebike. Wê êzidî vê peymanê qebûl n ekin. Divê bi şêwirandina her cûre aliyên êzidiyan re ev peyman were birêvebirin.”    MA / Îdrîs Sayilgan