Bi tehdîta ‘tu yê hêza dewletê bibînî’ li girtî dane 2020-10-19 09:05:08 EDENE - Parêzer Abdurrahman Îlgîn diyar kir kul i Girtîgeha Islahiyê gardiyanan li girtî Mazlûm Guzel daye û jê re gotine “tu yê hêza dewletê bibînî” û wî jî derbarê berpirsiyaran de gilî kiriye.  Parêzer Abdurrahman Îlgîn ê endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Çûkûrovayê (TUHAY-DER) di 12’ê cotmehê de li Girtîgeha Islahiyê ya Tîpa T bi girtî Mazlûm Guzel re hevdîtin pêk anî û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir rapor. Parêzer di raporê de cih da axaftinên Mazlûm Guzel ku di 25’ê îlonê de ji Girtîgeha Şirnexê sewqî Girtîgeha Islahiyê hatiye kirin. Parêzer Abdurrahman Îlgîn di çarçoveya raporê de derbarê rêveberiya girtîgehê û gardiyanan de ji sûcên “êşkence, “wezîfeya xwe nebaş bikar anîne”, “binpêkirina wezîfeyê”, “birîndarkirina bi qestî”, “neragihandina sûc”, “heqaret” û “tehdît û sûcên din en werin tespîtkirin” serî li Serdozgeriya Komarê ya Islahiye da û gilî kir.    Parêzer Îlgîn diyar kir ku girtî Mazlûm Guzel dema hatiye sewqkirin û wî anîne Girtîgeha Ilsahiyê gardiyanan lê daye û lêgerîna tazî lê ferz kirine. Îlgîn da zanîn ku gardiyanan gef li Guzel xwarine û jê re gotine “tu yê hêza dewletê bibînî.” Guzel anî ziman ku vê tundiya li ser girtiyan tê kirin sûc e.    MA / Hamdullah Kesen