Ahmet Turk di çarçoveya ‘Lêpirsîna Kobanê’ de îfade dide 2020-10-19 11:24:35 MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywirê hat girtin û qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de îfade dide.  Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ku qeyûm tayînî cihê wî hatibû kirin û ji peywirê hatibû girtin, ji bo ku di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgerê Komarê yê Enqerê da bû dest pê kirin de, îfade bide hat Edliya Mêrdînê. Parlamentera HDP’ê Pero Dundar, rêveberên partiyê û parêzer, bi Tirk re hatin edliyê.     Turk bi Pergala Ragihandina Deng û Dîmen (SEGBÎS) îfade da dozgerê Edliya Enqerê.