Polîsê ku pişta parêzera jin şikandibû: Yê di wêne de ez im 2020-10-19 12:44:19   STENBOL - Polîs Mûrat A. yê pişta parêzer Zeycan Balci şikandibû di danişîna doza xwe de li xwe mikûr hat û got kesê di wêneyê rapora şandeya pispor de cih digire ew e.    Polîs Mûrat A. li endama Komeleya Hiqûqzanên Hemdem (ÇHD) parêzer Zeycan Balci dabû û pişta wê şikandibû. Danişîna pêncemîn a doza derbarê polîs Mûrat A. de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Asliye ya 22’yemîn a Stenbolê hat lidarxistin. Balic û gelek parêzer beşdarî danişînê bûn.    Parêzer Gul Altay xwest ku polîs bi cezayê girankirî were cezakirin.    POLÎS LI XE MIKÛR HAT    Polîs Mûrat A. yê bersûc got ew ê li ser beyanên xwe berê tu beyanê zêde neke.    Parêzer Îbrahîm Ergun ji bersûc Mûrat A. pirsî kese di wêneyê jimarên 5 û 6’an de di rapora heyeta pispor de cih digire ew e an ne ew e.    Bersûc Mûrat A. diyar kir ku kesê di wêne de ew e.    Parêzeran parastina miwekîla xwe Balci kirin    Dozger xwest li benda beyanên şahid were sekinandin.    Şandeya dadgehê biryara ji bo şahidê bûyerê Îsmaîl Guvendîren ji nûve were guhdarkirin da û danişînê taloqî 28’ê kanûnê kir.