Tê gotin li Girtîgeha Kirikkaleyê gardiyanan girtî Tûmay kuştiye 2020-10-19 18:59:33   ÎZMÎR– Tê gotin li Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê gardiyanan girtiyê edlî Serkan Tûmay kuştiye. Malbata Tûmay diyar kir ku dewsa derbên îşkenceyê li ser laşê Tûmay hebûne.    Girtiyê edlî Serkan Tûmay ku ji Bedlîsê ye li Girtîgeha Kirikkale ya Tîpa F'yê şeva şemiyê jiyana xwe ji dest daye. Îdareya girtîgehê roja yeşemê telefonî dayik Hesîbe Tûmayê kiriye û jê re gotiye "erin cenazeyê xwe bibin." Piştî vê birayên Serkan Tûmay Hakan û Gokhan Tûmay ji bo cenazeyê birayê xwe bigirin diçin Kirikkaleyê û cenazey wî dibin Manîsayê. Malbatê diyar kir ku li ser laşê Serkan Tûmay dewsa derbên îşkenceyê hebûne û gotin, gardiyanan ew kuştiye.    ‘ME GELEK CARAN SERLÊDAN KIR'    Bira Hakan Tûmay, bilêv kir ku birayê wî Serkan Tûmay 6 sal in di Girtîgeha Kirikkaley ya Tîpa F'yê de bûye û got: "Di 6 salan de herî kêm 6 caran lê dane û îşkence lê kirine. Ji ber vê me serî li Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê da. Berê jî birayê min digot 'tu ewleyiya min tuneye.' Herî dawî me cardin serî li Serdozgeriya Komarê ya Manîsayê da û me gilî kir. Dozgeriyê ji mre got, 'em ê pê re eleqedar bibin.' Birayê min û hevalekî xwe di qawîşeke sê kesan de dima. Hevalê wî herî dawî ji me re gotibû, 'li birayê we dixin.' Ji ber derbkirinê milê birayê min dişikê û hin deverên laşê wî jî tahl dikin. Herî dawî gava birayê min telefonî me kir, dengê wî xweş dihat. Piştî me gilî kiriye, wî dibin enxweşxaneyê. Her wiha ji ber ku hevalê wî xeberê dide me, radibin wî ji wir derdixin. Birayê min dibin qawîşekê ku kes lê namîne. Duh jî îdareya girtîgehê telefonî dêya min kiriye û jê re gotine 'werin cenazeyê xwe bibin.' Di ewraqê de gotine, mirina edlî. Bi zanebûnî ev yek kirine."    ‘BILA BERPIRSIYAR BÊN DÎTIN'    Bira Tûmay anî ziman ku "Çawa birayê min mir diviyabû îdareya girtîgehê xebera me pê bixista, lê rabûye a din a rojê xebera me pê xistiye" û got: "Ev tecrîd e. Birayê min ji be rîşkenceyê wefat kiriye. Heger ev dewlet dewleta hiqûqê be, nexwe di rojek berî rojekê ev zelal bibe. Bila berpirsiyar bên dîtin."    ‘DAYÊ MIN XELAS BIKE'    Dayik Hasîbe Tûmay jî anî ziman ku herî dawî kurê wê jê re gotiye "dayê min xelas bike" û got: "Kurê min ji min re got, 'dayê gardiyan li min dixin. Wê min bikujin. Çend caran bi daran êrîş anîns er min.' Milê kurê min şikstî bû, serê wî werimandîbû. Ma wê çawa bi tena serê xwe bimire? Min en kurê xwe li girtîgehê dît ne jî cenazeyê wî. Li ber dikevim, lê tiştek ji destê min anyê."    Bira Gokhan Tûmay jî, diyar kir ku çûye Dozgeriya Manîsayê da ku îdareya girtîgehê bike û got, lê belê dozgeriyê jê re gotiye Serdozgeriya Komarê ya Enqeryê der barê îdareya Girtîgeha Kirikkaleyê de lêpirsîn daye destpêkirin.    Cenazeyê Tûmay li Goristana Kirtik a navçeya Şehzadeler a Manîsayê hat definkirin.