Salih Muslim: Tirsa Tirkiye û Sûriyeyê ew e ku gel bibin yek 2020-10-20 10:01:07 STENBOL – Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Salih Muslim, anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paradîgmayeke ku wê gel ji bo siyaseta hin kesên din neyên bikaranîn avakirine û got, lê belê tirsa Tirkiye û Sûriyeyê ew e ku kurd, ereb û gelên din bibin yek.  Piştî şerê Sûriyeyê yê navxweyî dest pê kir, kurd û gelên din jî bi xeta "Rêya Sêyem" tevgeriyan û li ser asasên vê rêyê daxwazên xwe yên ji bo azadî û guherînê danîn holê. Endamê Konseya Hevseroktiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku 9 sal li pey xwe hiştin, hesab û kitabên hêzên navdewletî yên der barê Sûriyeyê û nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên der barê Sûriyeyê de nirxandin.    Muslim, pêşî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku 9 nasil dewam dike nirxand. Muslim, anî ziman ku ji roja ku Sûriye hatiye avakirin heya niha ji demokrasî û azadiyan dûr bûye û got: "Nexasim jî gava di sala 1963'yan de rejîma Baasê bûye îqtidar zext û zorî pir zêde bûne. Piştî demekê gel ji ber van zext û zoriyan bi hin pirsgirêkan re rû bi rû man. Lewma ji bo azadî, demokrasî û aştiyê ketin nava hin hewldanan. Ji ber van lêgerînên gelan, hin wextan hin rageşî çêbûn lê axirê di sala 2011'an de rû da. Îjar ev şoreş e, serîhildana gel nizanim. Lê tiştekî wiha çêbû. Helbet tiliya hêzên navdewletî jî tê de heye. Jixwe hêzên serdest ji salên 1990'î ve behsa Rojhilateke Navîn a nû dikirin. Hem bi alîkarî û hewldanên wan hem jî ji ber xwesteka azadî û demokrasiyê ya gelên Sûriyeyê di sala 2011'an de serhildanek çêbû."    'ME DA SER RÊYA SÊYEM'   Muslim, anî ziman ku rejîma beaasê ji bera berê de tim xwstiye kurdan terbiye bike û got: "Lewma tim bi zext û zoriyê bi ser wan de diçû. Ji ber vê di sala 2004'an de li Qamişloyê serhildanek çêbû. Piştî vê bûyerên sala 2011'an rû dan. Hin jê ji vê re gotin 'Bihara Ereban', lê li gor me ev bihara gelan bû. Bi van serhildanan sê hêz derketin holê. Yek jê jê bi piştgiriya hêzên hegemonîk, hêzên doza aştiyê, demokrasiyê û azadiyê dikirin ku xwe li gor vê birêxistin kirin. Ya dudoyan jî rejîma berê, rejîma nîjadperest û rejîma dîktator bû. A sisêyan jî gel bûn û xwestekên wan bûn. Lê ev pir qels bû û nikaribe xwe bide der. Her du hêzên din her tim vê yekê ji bo xwe bi kar dianîn. Li dijî evan jî xeta me 'Rêya Sêyem' bû."    Muslim, diyar kir ku kurdên Sûriyeyê ji sala 2004'an ve dest xwebirêxistinê kirine û got: "Berê jî di vî warî de hin hewldanên me hebûn. Gava bûyerên li vê derê rû dan, me diyar kir ku em rêya xwe Rêya Sêyem bişopînin û me da ser vê rêyê. Tiştên me kirin hemû ji be rpêdiviyê bûn. Parastin, avakirina YPG, YPJ'ê, xweparastin û avakirina rêveberiyê hem gavine mecbûrî bûn. Piştî qada me ji rejîmê xelas bû, nebû qadeke vekirî. Em bi DAIŞ'ê re bilî bûn. DAIŞ, bi piştgiriya Tirkiyeyê berê xwe da herêên me. Demeke dirêj em pê re bilî bûn û tam hatin roja îro."    RÊYEKE KU ÎQTIDARÊ NAXWAZE, RÊYEKE LI SER ASASÊ BIRATÎ Û YEKÎTIYA GELAN   Muslim, bal kişand ser rêya sêyem û armanca wê jî got: "Rêya Sêyem ev e. Yek, rejîmeke li îqtidarê bû û hêzên ku piştgiriya wê dikirin hebû. Ya dudoyan, hêzen dixwstin parve bikin û biguherînin hebûn. Rêya Sêyem jî, rêya gel e. Yanî rêya me ye. Rêya Sêyem, rêya gel bixwe ye. Me ne li cem îqtidarê cih girt ne jî me li cem hêzên çekdar cih girt ku dixwstin bi çekê li hemberî îqtidarê şer bikin. Me hêza xwe, rêxistinbûyîna xwe çêkir û ji bo em xwe biparêzin me dets bi têkoşînê kir. Me ji vê re got rêya sêyem. Rêya Sêyem, rêyeke ku îqtidarê naxwaze, rêyeke ku pergaleke li ser asasê yekîtî û biratiya gelan ava dike û xwedispêre parastineke rewa."    FELSEFE Û PARADÎGMAYA OCALAN   Muslim, ji bo fikra "Rêya Sêyem" ku di warê bîrdoziyî de xwe dispêre fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî anî ziman ku "Rêya Sêyem" di warê bîrdoziyî de fikrên Ocalan in û got: "Ev fikir tenê ne ji bo gelê Bakur, ji bo tevahya gelê kurd û gelên din derbasdar in. Em ji bo jiyaneke bi hev re ya gelan, di çaçroveya felesefeya neteweya demokratîk de tevgeriyan. Lê me ev li gor rewşa xwe ya xweser li hev anî û me li ser vî asasî herekt kir. Me tu carî nexwest siyaseta hin kesên din gelan bi kar bînin û me xwe ji êrîşên ku li ser gelan bên kirin dûr xist. Me hewl da ku em gelên xwe nekin malzeme. Lewma me li gor paradîgmaya neteweya demokratîk hereket kir. Ev jî felsefe û paradîgmaya Ocalan e. Wekî min got, ev fikir tenê ne ji bo kurdan ji bo tevahiya gelan û gelên Rojhilata Navîn derbasdar in."    Muslim ji bo pirsa "Ji ber we sûd ji fikirên Ocalan girtin, hûn bi êrîşên Tirkiyeyê re rû bi rû dimînin?" got: "Di cemiyeta Tirkiyeyê de feraseteke pir nexweşok heye. Ev feraset wiha difikire; 'Destekfetiyên kurdan di aleyha tirkan de ye. Ji bo tirk hebin divê kurd tune bibin.' Hin kesan ev yek aşkere aşkere got. Suleyman Demîrel gotibû; 'Heger li Afrîkaya Başûr jî kurdek doza heqekî bike em ê li ber rabin.' Ev feraseteke pir nexweşokî ye. Gel dikarin bi hev re bijîn. Ev qas sal bi hev re mane. Lê tu yê rabî wan bikî dijminê hev e. Ev dijminatî berjewendiyên hêzn serdest in. Faşîzma Tirkiyeyê jî bi fikra 'Kurd li ku derê bi ser bikevin, em ê li ber wan rabin û divê ew destkeftî bê tunekirin' hereket dike."    'ZIRARA ME NAGIHÊ GELÊN TIRKIYEYÊ EM DIKARIN BIBIN CÎRANINE BAŞ'   Muslim, di berdewamiya bersiva vê pirsê de cardin bal kişand ser felsefeya Ocalan û cardin dubarekir ku felsefeya Ocalan tenê ne ji bo kurda, ji bo tevahiya gelan e û got: "Me jî sûd ji vê yekê girt. Ji ber ku me sûd jê girt îja em bibin dijmin Tirkiyeyê? Na, ne werê ye. Kurd li ku derê di çarçoveyeke demokratîk de mafên xwe bi bixin, ebeden gere Tirkiye dijminatiyê bike. Jixwe afirandina DAIŞ'ê, piştgiriya ji bo wê hemû ji ber vê ye. Bombeyên ku DAIŞ'ê lI Enqere, Pirsûsê... teqandin... Nexwe DAIŞ hatiye afirandin û hem li hundir hem jî li derve hatiye bikaranîn. Divê ne wisa be. Em hîn jî israr dikin. Tu zirara me nagihê gelên Tirkiyeyê, em dikarin bi hev re bijîn û bibin cîranine baş. Lê belê hîn jî kesên Tirkiyeyê bi rê ve dibin ji me bawer nakin."    Muslim, ji bo plan û projeyên hêzên navdewletî yên der barê Sûriyeyê de û afirandina DAIŞ'ê de jî destnîşan kir ku di vî warî de tişta dizanin ew e ku her kesî der barê Sûriyeyê de hesab û kitabên xwe kiriye û got: "Çi hêzên navdewletî, çi Tirkiye, çi Rûsya û DYA, plana her kesî hebû. Jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn, plana NATO'yê ye. Lê yê herî zêde vê dike û pêşî li ber vedike jî Tirkiye ye. Ez wisa difikirim di afirandina DAIŞ'ê de herî zêde tiliya Tirkiyeyê heye. Ên din bi rastî jî îslama nerm xwestin. Lê Tirkiye rabû piştgiriya radîqalên berdewamiya DAIŞ'ê kirin û hîn jî piştgiriya wan dike. Haya her kesî jî ji vê heye."    Tirkiyeyê di sala 2014'an de Muslim vexwandibû Tirkiyeyê, paşê wî daxilî nav lîsteya "terorê" kiribû. Mulim ji bo vê yekê jî got: "Em sûriyeyî ne û ewilî me xwest em û muxalefeta Sûriyeyê bi hev re herekt bikin. Lê belê piştî ku muxalefetê heqê me nas nekir û ji bo vê xwe neda ber nîqaşn jî. Em ji hev veqetiyan. Em bi deng û rengê xwe derketin holê. Tirkiyeyê jî xwest kurdanî muxalefeta kurdan û kurdên sûriyeyê têxe bin banê xwe. Xwest me daxilî nav hêzên ku li wê derê afirandibû bike. Me jî got, 'Em dikarin bi hev re bixebitin, lê gere hûn heqê me nas bikin.' Qebûl nekirin. Ji ber ku me xwestekên wan qebûl nekir em bûn 'terorîst'. Piştî nikaribûn me têxin bin kontrola xwe vê carê polîtîkayên xwe li dijî me pêk anîn û bi çavê dijminan li me mêze kirin."    KURDÎ EDÎ NE KURDÊN BERÊ NE   Derbarê feraseta hêzên serdest a li hemberî kurdan de Muslîm, da zanîn ku ji destpêka sedsala borî ve hêzên serdest bi feraseta ‘kurdan bi kar bîne piştî ku karê te bi wan qediya dev ji wan berde’ nêzî kurdan dibin û wiha got: “Tevahiya dîrokê ev wiha bûye û heta niha hatine bikaranîn. Lê di kurdan de hin guhertin çêbûn. Êdî kurdan xwe bi rêxistin kiriye û ji hêza xwe bawer in. Weke PYD me di sala 2012’an de got ku heta niha em bûne leşkerê hin kesên din divê êdî em ê bibin leşkerê xwe. Piştre me hêza xwe ya leşkerî ava kir û dest bi parastina xwe kir. Em êrîşî her derî nakin em xwe ji êrîşên ku tên kirin diparêzin. Piştre jî me rêveberiyên xwe ava kir. Hêzên ku vê yekê qebûl nekirin hebûn. Di serî de jî Tirkiyeyê vê qebûl nekir. Ji bilî Tirkiyeyê herkes me mafdar dibîne û dibêjin ku divê hûn mafê xwe yên demokratîk bigirin. Em ji aliyê tu hêzî ve nayên bikaranîn, daxwazên me diyar in. Heke bixwazin em dikarin bi wan re rûnin û biaxivin. Ji ber ku di bin kontrola hin hêzên din de ye rejîm nêzî vê nabe. Gelên din jî di rêveberiya xweseriyê de cih digirin. Vê qebûl nakin û ditirsin.”   ‘DERIYÊ ME VEKIRÎ YE, EM DIKARIN BIAXIVIN’   Muslîm, destnîşan kir ku di çavê dewleta tirk de ew “terorîst” in û derbarê hevdîtin muhtemel ên di navbera wan û Tirkiyeyê û rejîmê de jî ev tişt got: “Bi Tirkiyeyê re qet diyaloga me tuneye. Tirkiye rojane êrîşî herêmê me dike û kurdan û gelên din qetil dike. Heta niha Tirkiye nêzî lihevkirinekî nebûye û nabe jî. Di demên pêş de çi çêbibe ne diyar e, lê em vekirî û amade ne. Weke cîran em dikarin pir baş bişîn. Em tu carî nebûne neyarê gelên Tirkiyeyê û naxwazin bibin jî. Herî dawî beriya çend em bi rejîmê re rûniştin. Lê gotin, ‘dema me ji vê re tuneye’ û hevdîtinan rawestandin. Wê demê jî em ji bo hevdîtin bi delegasyona xwe re çêbûn. Vê qebûl nekirin. Em hê jî li bendê ne. Deriyê me ji herkesî re vekirî ye, em dikarin li hev rûnin û biaxivin. Heta niha ev nebûye. Hêvîdarim di rojên pêş de ev çêbibin.”    DOST KÊFXWEŞ NEYA JÎ ACIZ IN   Têkildarî hevdîtinên di navbera PYNK û ENKS’ê de jî Muslîm ev agahî dan: “Niha li pêşberî me gelek pirsgirêk hene. Herî dawî di navbera hêzên kurd ên Rojava de Peymana Dohukê hatibû îmzekirin. 3 sernavên vê peymanê hebûn. Li ser van her sê sernavan hevdîtin tên kirin, lê heta niha di bin vê pêrê de gelek av derbas bûye. Rêveberiya Xweser ava bû û sazî û meclisên wê ava bûne. Ji ber vê yekê wê ev peyman dirêj bidome. Heta niha li ser avabûna Lîjneya Bilind a Kurd li hev hatiye kirin. Wê niha şûnde jî li ser hevparbûna rêveberiyê hevdîtin bên kirin. Piştre jî wê lis er mijarên din hevdîtin bên kirin. Wê ev gelek dem bigire, lê pêşveçûn hene. Hevî dikim ku hê jî bi pêş ve biçe. Dostên me ji van hevdîtina kêfxweş in neyarin me jî aciz in. Doza me ji bikaranînê re vekiriye dibe ku ev ji aliyê hin kesan ve bê bikaranîn. Lê piştî avabûna Lîjneya Bilind a Kurd em ji parçebûnê rizgar bibin. Ev jî kêrî tirk, ereb, kurd û herkesî tê. Amerîka û Ewropa ji van hevdîtinan kêfxweş in lê Tirkiye û Suriye ji van hevdîtinan aciz in. Lewre timik dixwazin kurd parçebûyî bin. Lê êdî her tişt di destê me de ye. Heta ji destê me bê jî em ê kurdan nêzî hev bikin û bikin yek.”   MA / Ferhat Çelîk - Îdrîs Sayilğan