Li Mereşê 7 kes hatin binçavkirin 2020-10-21 12:16:05   MEREŞ - Li Mereşê di serdegirtinên malan de rêveberên HDP’ê jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.    Li navçeyên Nûrhak û Ekînozu yên Mereşê polîsan û leşkeran serê sibê bi ser malan de girtin û 7 kes binçav kirin. Rêveberê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Nurhakê Bahîr Horoz, endamên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Volkan Dogan, rêveberên Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Ekînozu yên berê Haci Ûzûn û Dûrsûn Bahça, endamê HDP’ê Mehmet Bîçer, Emre Genç û welatiyek navê wî nehat zanîn di serdegirtinan de hatin binçavkirin.    Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û her 7 kesan birin Miduriyeta Polîsan a Mereşê.