Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan hat redkirin 2020-10-21 12:46:16   STENBOL – Serdozgariya Komarê ya Bûrsayê serlêdana daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan red kir.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîp F a Ewlehiya Bilind tê ragirtin. Parêzer Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç duh bi boneya bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. Serdozgeriyê daxwaza hevdîtinê ya parêzeran carek din red kir.    Ji parêzerên Ocalan, Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di sala 2019’an de di meha gulan, hezîran û tebaxê de li gel miwekîlê xwe 5 caran hevdîtin pêk anîbûn. Herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kiribûn. Mehkemeya Bûrsayê herî dawî di îlona îsal de bi hêceta “Nexşerê” ya Ocalan bo dema 6 mehan hevdîtina parêzeran qedexe kir.