Li Konyayê zarokek ji Sûriyê hat kuştin 2020-10-21 14:37:47   ENQERE - Zarokê bi navê Vail El- Mansur ê ji Sûriyê li Konyayê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat kuştin.    Zarokê bi navê Vail El-Mansur (14) ê ji Sûriyê li navçeya Selçûklû ya Konyayê dema diçû dikana terzî ku lê dixebitî ji aliyê kes ango kesên nediyar ve hat kêrkirin û ew kuştin. Tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û El-Mansûr rakirin nexweşxaneyek taybet û nehat rizgarkirin. Polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin û ket pey şopa kujeran.